IRAQ/ 2 xwepêşanderên din jî hatin kuştin!

IRAQ/ 2 xwepêşanderên din jî hatin kuştin!

Îro du xwepêşanderên din li bajarê Semawe ya navenda parêzgeha Mûsene li başûrê Iraqê bi guleyên hêzên Iraqê hatin kuştin.

A+A-

Berî niha jî çavkaniyekê ragihand ku, xwepêşandan gehîştine Semawê, 90 karmenên hêzên ewlehiyê û 75 welatiyên sivîl di xwepêşandanê de birîndar bûn.

Îro li Besrayê jî 4 xwepêşander bi guleyên hêzên ewlehiya Iraqê hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn, ev yekem car e ku, hêzên ewlehiya Iraqê gaza firmêskrêj li dijî xwepêşanderan bi kar anî.

Herwiha li Dîwaniye û Babilê jî xwepêşandan û ji ber gule berdana hêzên ewlehiyê, li Dîwaniye 10 xwepêşander birîndar bûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin