Îranê ji NY re nameyek şand: Em şer naxwazin

Îranê ji NY re nameyek şand: Em şer naxwazin

Îranê jî li ser alozîyên navbera xwe û Amerîka ji sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres re nameyek şand û ragihand, em şer naxwazin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Piştî ku sefîra Amerîka li NY, Kelly Craft li ser kirîz û alozîyên navbera Amerîka û Îranê nameyek ji sekreterê giştî yê NY re şand û kuştina Qasim Sulêymanî wek “parastina xwe” bi nav kir û daxwaza danûstandinên bê şert û merc bi Îranê re kir, sefîrê Îranê li NY Mecîd Text Revançî jî nameyek ji Guterres re şand.

Revançî di nameya xwe de gotîye ku ew êrişa mûşekî ya li dijî bingehên serbazî yên Amerîka yên li Iraqê di çarçoveya qanûnên navdewletî de û “parastina xwe” bûye.

Sefîrê Îranê her wiha daye zanîn ku Îran pêbendî aşitî û asayişa navdewletî ye û şer û alozîyê jî naxwaze.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin