“Divê hêzên Amerîkayê li Iraqê bimînin”

“Divê hêzên Amerîkayê li Iraqê bimînin”

Parlamenterekî sunne li Parlamentoya Iraqê pêwîst dibîne ku hêzên Amerîkayê li Iraqê bimîne, ji ber metirsîya DAIŞê û hebûne çek di destê xelkê de cîhê metirsîyê ye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Parlamenterê sunne û endamê lijneya asayîş û berevanîyê li encûmena nûnerên Iraqê Ebdulxaliq Ezawî ji BasNewsê re ragehand: ‘’hebûna hêzên bîyanî û nav wan de jî hêzên Amerîkayê li Iraqê ez pêwîst dibînim. Ji ber hîn metirsîyên DAIŞê li Iraqê her maye û ew grubên terorîst metirsîne bo asayîşa Iraqê.’’

Ew endamê lijneya asayîş û berevanîyê li encûmena nûnerên Iraqê got: ‘’Li Iraqê hêzeke zêde heye ku çek di dest wan de ye û ev jî metirsîyê ava dike bo ser asayîşa Iraqê.’’

Ebdulxaliq Ezawî ku li ser lîsteya hevpeymanîya niştimanîya sunneyan e, got: ‘’Ew wek sunne vê demê de li gel mana hêzên Amerîkayê ne li Iraqê.’’

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin