Îranê 12 Behayî bi tohmeta 'sîxuriya bo Îsraîlê' girtin

Îranê 12 Behayî bi tohmeta 'sîxuriya bo Îsraîlê' girtin

.

A+A-

Medyaya dewletê ya Îranê ragihand ku 12 endamên din ên kêmîneya olî ya Behayî li bakurê wî welatî bi tohmeta “hebûna têkiliyan bi Îsraîlê dijminê sereke yê Komara Îslamî re” û “sîxûriya bo Îsrîalê”, hatine girtin.

Malpera televizyona dewletî ya Îranê Iribnews derengiya Şemiyê belav kir ku tîmên Rêveberiya Giştî ya Îstixbaratê li parêzgeha Mazenderanê li bakurê wî welatî “12 endamên rêxistina Behayî ya Siyonîst nas kirin û girtin.”

Di raporê de hat îdiakirin ku kesên hatine desteserkirin, girêdayî rêxistina “Siyonîst” a bi navê Beyt el-Edlî ne û armanca wan ew e ku “bi rêya şandina sîxuran bo hundirê Îranê Behayîtiyê ji nû ve xurt bikin."

Wezareta Îtilaata Îranê jî ragihandiye, ji 12 kesên ku hatine desteserkirin, 2 kes ji wan li Îsraîlê rahênan kirine.

Di destpêka meha Tebaxê de, Wezareta Îtilaata (Istixbarat) Îranê ragihandibû ku wan endamên “Tora Navendî” ya baweriya Behayî pêk ku li welat qedexe ye, desteser kirine.

Wezaretê paşê îdia kiribû ku endamên vê rêxistinê talîmat wergirtine ku "bikevin navendên perwerdehiyê di astên cihê de, bi taybetî li baxçeyên zarokan li seranserê welatt".

Li gorî ajansa nûçeyan a Fransayê (AFP), Behayîyên Îranê di sala derbasbûyî de rastî gelek zextên zêde hatine, weke mînak girtinên berfireh, serdegirtina li cihên kar û wêrankirina malên wan bi buldozeran.

Komara Îslamî ya Îranê, ola Behayî bi fermî nas nake û ji destpêka damezrandina sîstema Komara Îslamî ve heta niha hikûmeta wî welatî bi ti awayî li bermaber şopîner û bawerdarên wê olê toleransê nîşan nade û gelek zextan li wan dike.

Yek ji zextan ew e, ku rê bi zarokên Behayî nayê dan ku di astên bilind de bixwînin û nikarin ti karekî fermî di saziyên dewletê de werbigrin.

Li ser girtina wan 12 kesan Civaka Cîhanî ya Behayiyan daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye, “ew kesên hatine girtin, roja 1ê vê mehê li bajarê Qaimşar ê Mazenderanê hatine girtin, hemû ciwan in û ji mafê xwendinê hatine bêparkirin û bi hev re civiyabûn daku derbarê mijarên civakî de biaxivin.”

Endamê Desteya Nûnertiya Behayiyan li Herêma Kurdistanê, Fehîm Ferheng dibêje, “Niha û di demên bihorî de jî, di du mehên bihorî de ku ji Tîrmehê ve destpê kir, zexteke gelek mezin li ser Behayiyan heye. Ew mamosteyên ku li kireşan û li cihên taybet bi zarokan dixebitîn, ji kar hatine derxistin, 12 heta 13 kes niha li Îranê hatine desteserkirin, bi tohmetên ku ti bingeheke wan nîne. Herwiha zêdetir ji 50 mal û cihên kar jî ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatine rûxandin.”

Civaka Cîhanî ya Behayiyan tekez kiriye, belge di destê wan de hene ku navendên emnî yên Îranê biryar dane hemû çalakiyên Behayiyan bixin bin çavdêriya xwe.

Li gor amarên nefermî, li Îranê nêzîkî 300,000 Behayî dijîn, lê hikûmeta Îranê wan weke olekê bi fermî nas nake.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin