Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê!

A+A-

Dilê Kurdistanê Kerkûk dagirkirî ye! Di 10.01.2021an de li Kerkûk, bi mebesta salvegera kujtina Qasim Silêmanî û Ebû Mihendis, “merasim”ek lidar ket. Hinek TV. Yên Kurdistanê, ev “merasim” zînde dan. Lê di ti malperên tora civakî de li ser vê “merasim”ê, armanc û mebesta vê “merasim”ê û mesaja vê “merasim”ê rast nehatim. Ev kêmasîyek mezin e. Rojnamevan. Kunciknivîser, şîroveker û rewşenbîrên me bêden man.

Ev “merasim”, çalakîyek sîyasî bû. Tehdîdek sîyasî bû. Piştî xîyaneta 17ê Cotmeha sala 2017 an, carek din pesendkirina dagirkirina axa Kerkûk û derdorên wê û îşareta dûbarekirina xîyanetek nû bi xwe bû. Cirecir û şîarên “merasim” a li Kerkûk, aktorên ku beşdarî vê “merasim”ê bûne, têkhateyên ku xwe li vê “merasim”ê dîyar kirin, li dij Kurd û Kurdistanê di hemahengîyekê de cîh girtibûn. Damezirîner û serkêşê vê “merasim”ê Komara Îslamî a Îran bû.

Hêz û têkhateyên di merasimê de cîh girtine hemû diyar bûn. Li ser yek stratejîyê, di hemahengîyek hevpar de cîhê xwe girtibûn. Hinek wek temsîl, hinek bi al û şîarên xwe di “merasim” ê de cîhê xwe girtibûn. Piranîyên wan bi avêtina Şiaran re, av û girêz ji devê wan dihat. Di helwestek kûjer de xwîn ji devên wan dipekîya. Hemahengîyek û yek armancek hebû di beşdarbûna van hêzan de.

Ev hêz yek bi yek :

Serkirdeyên Sîpayên Pasdarên Îran

Serkirdeyê Haşdî Şabî (grûba Salîh Fewaz, ku ji terefê Emerka de wek hêzek terorê hatîye dîyarde kirin)

Serkirdeyên YNK û PKK

Hêz û partîyên tirkmenên kerkûk

Erebên Kerkûk başdarvan bûn.

EV “merasim” çima li Kerkûk lidar ket?

Armanc û mesaja vê “merasim”ê çi ye?

Wê Kurd ji vê mesajê çi dersan derxin û çi tedbîran bistînin?

Mesaja vê “merasim”ê; li herêmê, hemahengî û hevkarîya stratejîk ya di navbera van hêzan de, bi şîveyek vekirî û dîyar derdixe ber me.

Ev mesaj, yek ji meşrûkirina dagirkirina Kerkûk û hemû herêmên din yên di bin dagirkirina Îraq de ye..

Ev mesaj, jibîrkirina made ya 140 e.

Ev mesaj, eşkere dike ku; wê beşek ji kurdan jî bi Haşdî Şabî, Ênîya Tirmenan û Îran, beşek ji Şîeyên İraq re têkildar, li dij destkevtinên Kurd û Kurdistanê, di nav stratejîya Îran de bi hemahengî cîh girtine. Ev cîhgirtin, destê wê heta Bexda dirêje û beşek mezin ji şîeyên, ku li Bexda li dij destkevtinên Kurd û Kurdistanê tevdigerin, bi hemahengîyekê tevdigerin. Ji Bexda tehdîda li ser Kurdistanê, qutkirina mûçeyên pêşmergan, qûtkirina maaş û dahatên Kurdistanê, tehdîda bi birçîbûn û qeyranan daxwaza terbîyekirina miletê Kurd û Kurdistanê, ji yek navendê têt meşandin. Aktorê van qeyranên sîyasî Îran e. Bandora îran a li İraq, li ser herêmê û metirsîya dîyar derdixe ber me.

Tifaqên navdewletî, Emerîka, dewletên Kendava Erebî û YM, li henber vê hemahengîya van hêzan bêdenge. Li henber tehdîda ku Îran, bi rêya nîjadperestên Ereb li Bexda dimeşîne bêdengin. Ev jî carek din, metirsîyek mezin tîne ser destkevtinên Kurd û Kurdistanê.

Ev demeke Destek li Bexda her êrîşan tîne ser berjewendîyên miletê me. PKK Li ser axa Başûrê Kurdistanê bûye astengek mezin û gav bi gav dibe sebebê ku dewleta tirk, vê axa ku bi xwîna 100 hezaran cangorîyan rizgar bûye, dagir bike. Statûya Herêma Kurdistanê dixe bin metirsîyek mezin.

İraq, wek dewlet, îrade bidest nexistîye. Îrada İraq di destê Îran û hêzên tundrew de ye. Kurd nikarin pêşeroja xwe bi van hêzan ve girêbidin. Cîhê ku îradeyek sîyasî lê tinebe, li wir pesendkirina yasayan û maf, xalên lihevhatinan jî nabe. Divê Herêma kurdistanê bigihêje vê rastîyê ku; bi vê İraqa heyî re hemahengî, li gora zagonê jîyanek hevpar nabe. Heta ku Îran, Bexda, wek navçeyek Tehran bibîne, ev ne mumkûne. 

Bi hêzên mezhebî, berjewendîperest, gendelîxwaz û tundrew re avakirina dewletek demokratîk xeyale. Divê Kurd wek milet vê rastîyê bibînin û tedbîrên xwe bigirin. Heta niha li Bexda, çar serokwezîr hatine ser hikim . Yê çaremîn Mistefa Kazimî ye. Wê hêza M. Kazimî ji yên din ne cûda be. Heta ku divêtîya wî bi piştgirîya kurdan hebe, wê “dost”ê kurdan xuya bike. Yên berî M. Kazimî jî wilo bûn! Ji ber ku, yên li Bexda hêza sîyasî di destê xwe de digirin, ne ewên ku dibin Serokwezîr in. Ji ber vê rastîyê jî zû rê liber wan têt girtin.

Bi hêvîya ku Kurd, rewşenbîrên kurdan, sîysetmedarên kurdan vê “merasim”a li Kerkûkê, baş binirxînin û tedbîrên xwe bistînin..

11.01.2021

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin