IPI: Bila li Kazakistanê êrişên li dijî rojnamegeran bên sekinandin

IPI: Bila li Kazakistanê êrişên li dijî rojnamegeran bên sekinandin

.

A+A-

Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI) xwestiye ku hemû rojnamegerên li Kazakistanê hatine desteserkirin bên berdan û êrîşên li hemberî çapemeniyê wer in sekinandin.

Li Kazakistanê di bûyerên hefteya rabirdû de rojnamegerek miriye û çend rojnameger jî birîndar bibûn. IPIyê bang li rayedarên Kazakistanê kiriye û gotiye ku demildest tevahî rojnamevanên hatine girtin serbest berdin û rêz li azadiya çapemeniyê bigirin.

Divê ewlehiya hemû xebatkarên çapemeniyê were mîsogerkirin û bêyî ku mudaxele were kirin divê rojnameger azad bin ku karê xwe bikin.

Rojnamegerek hatiye kuştin

Li Almatiya Kazakîstanê piştî biryara hikûmetê ya ji bo zêdekirina gaza petrolê ya di 2ê Kanûna Paşiyê de xwepêşandanan destpê kiribûn. Xwepêşandan encama pirsgirêkên demdirêj ên li welêt bûn, ku gendelî, newekheviya dahatê û zihmetiyên aboriyê jî di nava van pirsgirêkan de bûn. Kazakîstan ji aliyê çavkaniyên xwezayî ve dewlemend e, lê tenê komeke biçûk a elîtan dikarîbû ji wan sûdê werbigire.

Weke IPI beriya niha jî ragihandibû, di 7ê Kanûnê de xebatkarekî Almaty TV bi guleyên ku li ekîba wan hatibû reşandin hat kuştin. Kameramanê Almaty TV jî bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê. Rojnamegerê Rûs Vasiliy Polonskiy û wênekêş Vasiliy Krestyaninov di 8ê Kanûnê de li Almati dema ku kare xwe dikin hatine gulebarankirin.

Di xwepêşandanan de 164 kes mirine û nêzîkî 8 hezar kes desteserkirîn e.

Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI) xwestiye ku hemû rojnamegerên li Kazakistanê hatine desteserkirin bên berdan û êrîşên li hemberî çapemeniyê wer in sekinandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin