Mihyedîn Nahrîn

Mihyedîn Nahrîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

İnsana Kamil: Mamoste Ayşe

A+A-

Ev jîyan çendîn dijwar e. Ne serê destpêka jiyanê eşkere ye û ne jî dawiya wê. Lewma tişta dikeve ser milê me jiyaneke bi rûmet e.

“Ademekî ji axê û ji rêxê tiştek jê dernakeve” wiha digot qelemtûj û peyvxwê Hesenê Metê. Li gorî afirandina çîroka mîtolojîk mirovên pêşî ji axê hatine çêkirin li gorî vê qaîdeyê meriv nikare tiştekî ji sedî sed baş ji mirovan hêvî bike. Ji ber ku her tişt di destên wan de diherime û genî dibe lê dîsa jî li gel hevqas xirabiya benîademan hin kesên ku bi dilê pak û mejiyekî safiyane ji bo başî û xweşiya mirovan dixebitin û dê bixebitin wê herdem hebin. Yek ji mirovên kamil û pak Mamoste Ayşe bixwe ye.

Ev kaînata derewîn û ev çerxa gerdûnê bi saya wan canikên melaîket dora xwe dibe serî.

Ew jî nebin ev cîhan dê bi temamî bikeve destê zebaniyên dewrê. Baş e ku her tez di hundirê xwe de antîteza xwe dihebîne an jî ji bo her zehîrekê panzehîrek jî heye. Panzehîra nexweşiya me jî ew gotinên Mamoste Ayşe bû.

Li hemberî her zebaniyekî Mesîhên dewrê derdikevin û xwe ji bo zarokan, ji bo dayîkan, ji bo extiyaran û ji bo xaka pîroz tevlî gotin û canê xwe, xwe dikin sîper li hemberî dijmin. Yek ji wan mesîhan Mamoste Ayşe bû.

Tiştekî ecêb û sosret negotibû, gotinên wê tev ji rêzê bûn. Lê bi wan bi gotinên xwe yên rast û sade navê xwe li ser pelên dîrokê hîn ji niha ve nivîsand. Dîrok hîn ji niha ve pehlewantiya wê tîne ziman.

Mamoste pêşeroja me diafirînin û bi ilmê xwe şekil didin zarokan.  Divê em jî wekî xwendekaran gotinên mamosteya xwe ya ezîz dubare bikin û biqîrîn: “Bila zarok neyên kuştin û bila dayîk negirîn”.

Ji vê daxwazê xweştir û insanî tu daxwaz nîne. Ji xwe ya layîqî mamosteyan tê ew e ku van daxwazên xweş bînin ziman û wan daxwazan nîşanî xwendekaran bidin.

Pênûsa min lal bibe jî ez ê li ser vê insana kamil binivîsim.

Di demokrasiyan û welatên pêşketî de mirov dikare bi rehetî û bê tirs fikir û ramanên xwe bîne ziman. Ev maf, mafekî bingehîn ê mirovatiyê ye û kesek nikare red bike.

Tu zagon nikare fikir û ramanan hebs bike û wan biavêje zindanan.

Di nav pelên dîrokê de gelek hebûn û niha jî gelek hene û wê gelek bên jî lê kesek nikare ev fikra azad û heq ji mejîyan derxîne.

Wekî çawa filehan serdema navîn jiyabû niha jî xaka misilmanan serdema xwe ya navîn dijî. Di vê serdema tarîtiyê de fikir qedexe kirine û vegeriyane ser skolastîkê. Di vê çerçoveyê de ji me re kesên reformîst û ronesansparêz divên, yek ji wan reformîstan Mamoste Ayşe bû.

Bi yek hevokekê bingeha hişê gemarî û serdema tarîtiyê hejand. Hewce ye em li mirovên wisa xwedî derkevin. Ger ew nebin hetahetayê em ê mehkûmê tariyê bin.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin