Îlham Ehmed: Em Reqa û Hesekê radestî hikûmetê nakin

Îlham Ehmed: Em Reqa û Hesekê radestî hikûmetê nakin

Hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed got ku ew Reqa û Hesekê radestî hikûmeta Sûriyê nakin.

A+A-

Seroka Desteya Rêveber a MSDê Îlham Ehmed ji medyaya Rûsyayê re ragihand ku ew parêzgeha Reqa û Hesekê radestî hikûmeta Sûriyê nakin û got, sedema pirsgirêkên Sûriyê yên niha sîstema hikûmeta navendî ye.

 

Îlham Ehmed da zanîn ku ew weke Meclîsa Sûriya Demokratîk wiha dibînin biryara avakirina hikûmeteke ne navendî wê bikaribe welat ji karesat û krîzan biparêze.

 

Îlham Ehmed eşkere kir ku di hevdîtinên şandeyên wan û hikûmeta Sûriyê de li Şamê ti rêkeftinek nehatiye kirin û tekez kir ku bi awayekî giştî hinek mijar hatine gotûbêjkirin.

 

Îlham Ehmed herwiha ragihand ku ew herdu parêzgehên Reqa û Hesekê radestî hikûmeta Sûriyê nakin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin