Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê kongreya "Pêşmerge" li dar xist

Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê kongreya "Pêşmerge" li dar xist

Îro Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê bi çavdêrî û amadebûna Serok Mesûd Barzanî, heştemîn kongreya xwe lidar xist.

A+A-

Kongreya heştem bi armanca rêzgirtina xebat û qûrbanîdana Pêşmergeyê, bi navê "Pêşmerge" hate lidarxistin.

Di kongrê de li ser referandûma serxwebûna Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got, referandûm daxwazeke rewa ya gelê Kurdistanê bû lê mixabin hinekan bi kîn û kerb bersiva vê yekê dan. Helbet eger xiyaneta 16 Cotmehê nebûya rewş dê hatibûya guhertin. Lê bila her kes bizanibe gelê kurd ti carî ji mafê xwe yê serxwebûnê poşman nabe û dest jê bernade. Ew, mafekî sirûştî ye ku Xwedê daye me, ne berpirsên Iraqê.

Li ser hilbijartinên Kurdistanê jî Barzanî got, hilbijartin nayên paşxistin û daxwaz ji endam û alîgirên PDKê kir bo serkeftina lîsteya PDKê çi ji destê wan tê, bikin.

Barzanî di gotara xwe de behsa civîna ligel Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka bo şerê DAIŞê, Brett McGurk kir û ragihand: “Ez ligel Brett McGurk civiyame û me behsa hilbijartinan jî kir, lê ewa ku tê gotin derbarê paşxistina hilbijartinan de ku qaşo biryar dabe, ti esl û esasê wê nîne û negotiye hilbijartinan paş bixin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin