ÎHD'ê rapora 10 salan a îşkenceyê parve kir: Divê êdî îşkencekaran bê ceza nehêlin

ÎHD'ê rapora 10 salan a îşkenceyê parve kir: Divê êdî îşkencekaran bê ceza nehêlin

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê rapora 10 salan a binpêkirina mafan aşkere kir. ÎHD'ê xwest êdî kesên îşkenceyê dikin bên ceza kirin û dawî li polîtîkayên bêcazakirinê bînin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Komîsyona Têkoşîna li dijî Muameleyên Xerab a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê rapora binpêkirina mafan a di navbera salên 2010-2019'an de bi raya giştî parve kir. ÎHD'ê rapor li avahîya ÎHD'ê ya Amedê parve kir. Serokê Şaxa ÎHD'ê Abdullah Zeytun û rêveberên komeleyê amade bûn. Endamên Komîsyonê Ezgî Silademir û Yakup Guven rapor xwendin. Di raporê de dîyar kirin ku di navbera salên 2010-2019'an de 3 hezar û 569 kesên ku mafê wan hat binpêkirin serî li wan dan û 690 kesên ku bedena wan zerar dîtibûn serlêdana wan lêkolîn kirin. ÎHD'ê di raporê de anî ziman ku di nava 10 salên dawî de herî zêde di salên 2017 û 2018'an de binpêkirina mafan zêde bû. ÎHD'ê da zanîn ku herî zêde li girtîgehan îşkence pêş ketîye kû ji sedî 47 li girtîgehan îşkence li girtîyan hatîye kirin. ÎHD'ê di raporê de da zanîn ku di nava 10 salan de herî zêde polîsan îşkence li welatîyan kirîye û yên îşkence kirine ji sedî 45 gardîyan, ji sedî 39 polîs, ji sedî 10 cendirmeyan û ji sedî 1 jî cerdevanan îşkence kirîye. ÎHD'ê di raporê de destnîşan kir ku pir aşkere 324 gardîyanan û 280 polîsan aşkere îşkence li girtîyan û welatîyan kirîye û wiha cih da raporê "Bi taybetî memûrên ku ji ewlehîya civakê berpirsîyar, li şûna wan biparêze raste rast ew kirine hedefa xwe. Birîn kirine, bi lêdan û çekê bedena wan birîn kirine. "

 

ÎHD'ê da zanin ku di raporê de cin nedane binpêkirinên mafên ên wekî neheqî, çer, gef û tacîzên devkî. ÎHD'ê anî ziman ku di navbera salên 2010-2019'an de li gorî rewşa polîtik, geşedanên di navbera hêzên dewletê û PKK'ê de rêje û hêjmar hatîye guhertin û wiha  li raporê zêde kir: "Li gorî pêkanînên otoriter, zimanê tundîyê û wêdekirina civakê tundî û îşkence hatîye guhertin. Di dema ku hikûmet û dewletê bi zimanê dîyalog û rêbazên aştîyane nêzî meseleya kurd û pirsgirêkên din bûn de rêjeya tundî û îşkenceyê kêm bû. Lê di pêvajoya ku zimanê dewlet û hikûmetê hişk bû û pêvajo xera kirin de rêjeya tundîyê zêde bû. Gelek serlêdanên sûc bê encam bi dawî bûne. Dîsa kesên îşkence kirine û maf binpê kirine nehatine cezakirin. Bi taybetî di serdema salên 2013-2015'an ên pêvajoya dîyalog û muzakereya bi Kurdan re tundî kêm bû. Piştî 24'ê Tîrmeha 2015'an ku bû destpêka şerê çekdarî dîsa tundî û îşkence zêde bû. Îşkence û muameleya xerab zêde bû. Bi taybetî piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmeha 2016'an û polîtîkayên hikûmetê û avakirina OHAL'ê tundî û îşkenceya polîs û eskeran a li kolanê zêdetir bû." 

 

ÎHD'ê di raporê de destnîşan kir ku îşkenceya ku di van 10 salan de hatîye kirin her çend neşibe ya salên 90’î jî lê ne kêmî wan rojan e jî û wiha dirêjî da raporê: "Îro mumaleya xerab û îşkence li tevahîya Tirkîyeyê belav bûye. Bi taybetî piştî Adara 2020'an polîs û eskeran li Edirne, Qers, Mêrsîn û Bartin û hemû aşên din hemû hêz xistine destê xwe. Di sala 2010'an de bi îdeaya îşkence û muameleya xerab 5  jin, 5 zarok 29 mêr bi giştî 34 kesan serî li Komeleyê dan. Di sala 2011'ande 66, 2012'an de 61, 2013'an de 50, 2014'an de 72, 2015'an de 46, 2016'an de 79, 2017'an de 100, 2018'an de 99, 2019'an de 82 kesên ku mafê wan hat binpêkirin serî li ÎHD'ê dan. 

 

Di 10 salên dawî de bi sucdarîya îşkence û muameleya xerab 689 kesan serlêdan kirîye. Ji van kesan 97 jin û 592 kes jî mêr in.  Di 10 salên dawî de herî zêde di salên 2017 - 2018'an de serlêdan hatin kirin. Yên îşkence kirin 324 jê gardîyan û 280 jî polîs bûn. 71 jê esker û 26 jê jî nehat tespîkirin. 11 kesên din û 9 jî cerdevan bûn. 335 kes li girtîgehê, 168 kes li kolanê, 81 kes di bin çavan de 80 kes dema hatin binçavkirin, 24 kes di maşîneyên zirxî de 12 kes li gundan, 11 li deverên cuda 9 kes jî li eskerîyê hatin îşkencekirin. 

 

ÎHD'ê di raporê de xwest bi lez dawî li îşkenceyê bê û kesên îşkence dikin bên cezakirin. ÎHD'ê xwest mafê mirovan bi rêya darazê bê parastin û îşkencekar bên darizandin û cezakirin. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin