IHD: Mafên mirovan li girtîgehan ketiye bin lingan

IHD: Mafên mirovan li girtîgehan ketiye bin lingan

.

A+A-

Li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya IHDyê, hejmara bûyerên xirab, derblêdan û îşkenceyê yên sala 2021ê, li gorî sala 2020an bûye qat du qat.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya Mafên Mirovan (IHD) rapora xwe ya binpêkirina mafan ên li girtîgehên Herêma Marmarayê y asala 2021ê aşkere kiriye. 

Rapor di encama serlêdanên parêzeran, malbatan û girtiyan de û ji ber nûçeyên medyayê hatiye amadekirin. 

Di sala navborî de ji 39 girtîgehên cida 326 kesan serî li Komîsyonê dane. 

Di daxuyaniya îro de hatiye diyarkirin ku astengiyan li pêş girtiyan derdixin û nahêlin serî li komeleya wan bidin, lê digel vê rewşê girtiyan serî li wan dane û ev jî xuya dike ku ji yên di raporê de hatine diyarkirin mafên zêdetir girtiyan tên binpêkirin.

Pêkanînên xirab û îşkence du qatan zêde bûye

Li gorî raporê, di sala 2021ê de li gorî sala 2020ê maf qat du qatan hatine binpêkirin. Sala 2020an di 450 serlêdanan de 4 hezar û 805 maf hatibûn binpêkirin lê sala 2021ê di 326 serlêdanan de 6 hezar û 222 maf hatine binpêkirin. 

Sala 2020ê di 810 serlêdanan de astengî li ber bidestxistina mafê tenduristiyê pêk hatiye, sala 2021ê ev hejmar bûye hezar û 13. 

Pêkanînên xirab, derblêdan û îşkence jî li gorî sala 2020ê bûye qat du qat û gihîştiye hezar û 605an

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin