Dadgehekê malpera PÎRHA û ya Yeni Yaşamê asteng kiriye

Dadgehekê malpera PÎRHA û ya Yeni Yaşamê asteng kiriye

.

A+A-

Daweriya Aştî û Cezayî ya 1em a Hatayê malpera Pîrha û ya Yeni Yaşamê asteng kiriye.

Daweriya Aştî û Cezayî ya 1em a Hatayê malpera Ajansa Nûçeyan a Pîr (PÎRHA) û ya Yeni Yaşamê asteng kiriye.

Piştî vê biryarê Saziya Teknoloiyên Zanistê û Ragihandinê (BTK) malpera Yeni Yaşamê ya “yeniyasamgazetesi2.com” û ya PÎRHAyê ya “pirha.net” asteng û sansur kiriye. 

Malpera Yeni Yaşanê di 28ê Kanûna Paşiyê de jî hatibû astengkirin.  

PÎRHA ajansa nûçeyan a civaka Elewiyan e û ji sala 2016an û vir ve weşanê dike. Saziyê daxuyaniyek weşandiye û gotiye, “Bêyî azadiya çapemeniyê demokrasî nabe. Nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin. Ger çapemeniya azad hebe wê civaka azad jî hebe."

Rayedarên PÎRHAyê diyar kiriye ku ew ê li dijî biryarê derkevin.

Dadgeha Destûra Bingehîn di 27ê Çiriya Pêşiyê ya 2021ê de biryarek dabû û ji bo astengkirina malpera BirGun, Gazete Duvar û Dikenê "binpêkirina mafan e."

Li Tirkiyeyê çend malper û nûçe hatine astengkirin?

Li gorî daneyên ku Komeleya Azadiya Xweîfadekirinê weşandine, di 14 salan de 764 saziyên cida (dadgeh û dezgehên rêveberiyê) bi 408 hezar û 808 biryarên cida, li Tirkiyeyê 467 hezar û 11 malper asteng kirine. Bi tenê di sala 2020an de (rapora sala 2021ê hîn nehatiye aşkerekirin) 58 hezar û 809 malper hatine astengkirin. 

Li gorî heman raporê, di sala 2020ê de 236 dadweriyên cida yên aştî û cezayî bi 819 biryarên cida 5 hezar û 645 navnîşanên malperan (URL) asteng kirine. Ji Sibata 2014an û heta niha 22 hezar û 554 nûçe astenn kirine. 

Heta dawiya sala 2020ê li gorî Qanûna hejmar 5651ê û rêzikên din malper û nûçeyên hatine astengkirin:

  • 467 hezar û 11 malper
  • 150 hezar URL 
  • 7 hezar û 500 hesabên Twitterê
  • 50 hezar tweet
  • 12 hezar vîdeoyên YouTube-ê 
  • 8 hezar mesajên Facebookê 
  • 6 hezar 800 mesajên Instagramê 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin