Maruf Yilmaz

Maruf Yilmaz

Lêkolîner û Doktoremend
Hemû nivîsên nivîskar >

ÎDEOLOJÎ, LAŞ Û HIZR MÎNA PÊVAJOYEKÊ YE

A+A-

 

Prof. Dr Nîck Bostrom (2015) li zanîngeha Oxfors universitetê behsa mirovên bijarte, supermirov, sermirov û piştîmirovên jîr ku ew wekî pêyxemberan in. Li gorî wî, însan bi kêmasî, kalbûn/pîrbûn, jikarketî, seqet, nesaxî, nexweşî, kêmhebûna zanyarî, tunebûna teknilojî û peydanebûna îmkan û mecalan ve dijî. Divê însan ji vê rewşê rizgar bibe. Transhumanîzm tevgerekî navneteweyî ya rewşenbîrî, çandî û teknolojîya bilind e (Prof. Hansell, R. Gregory & Grassie, William (2011). Li gorî van herduyan, mirov xwedanê kêmasîyên nedîyar, dibe ku sedema bêserûberî, êş, nexweşî, pîrbûn, kalbûn û ev nezanî be ku wan dihêşîne. Transhumanîst dixwazin mirovên xulam û reben ji vê rewşa niha derbikevin.

Frîedrîch Nîetzschî jî  di pirtûka xwe ya bi navê "Zardeşt wisan peyvî" de behsa mirovên bijarte anku supermirovan dike.

Charles Darwîn  teorîya pêşveçûnê bi rêya bijartina xwezayî di pirtûka "About Origin of Species" de pêşkêş kir. Wî bawer kir ku mirov beşek ji cîhana heywanan (ajel) e û mîna cureyên din pêşveçû ye. Li gorî Darwîn kesên ku ji guherinê re vekirî bin, ew dimînin, tevdigerin û dijîn.

Çalakvanê biopolîtîk Jeremy Refkin (2018) û  bioloj Stuart Newman herduyan jî dîtinên transhumanîstan pejirandin û li gorî wan transhumanîst dikarin dûnyayê biguhêrînin. Keckok Lee dibêje: "Zanîna mirovên xwezayî û mirovên ku dê bi şoreşa hunerê ve bihên çêkirin (mirovên xwezayî mirovên ne xwezayî).   

Fîlozof Mary Midgley (2018) jî dibêje: "Piştîmirov (mirovê/a bijarte) heye û ew piştîvanîya pêşkeftina teknolojî, bioteknîk, kognîtîv û zanyarîyê dike. Li vir felsefeya moralê, bawerî bi gengazîya nemirina însanan ve dihê girêdan."

Fîlozof Julian Huxley (1957) yekem kes e ku peyva "transhumanîzm" ê bikartîne. Ew di sala 1957an de dibêje: "mirovê/a niha dimîne, lê ji  cewhera xwe mirovahîya nû vedigire..." Li gorî wî, mirovên dema niha reben in û divê ew ji kirasên xwe derbikevin.

Mirovê/a dema niha dimîne, lê ji cewhera xwe mirovahîya nû vedigire. Însan ji demeke derbasî demekî din dibe, li wir bioteknolojî, molekûlî, rewşenbîrî û kognîtîvî giranîya xwe dide ser baştirkirina jîyanê. Mêjûyê me bi mîlyonan caran ji elektronîkê hêdîtir dixebite. Divê mêjîyên me li gorî cîh, war, dem û teknolojîya nû ve desthilatdar be. 2 mêjîyên me yên cuda hene, divê ew bi hevre bixebitin.

 Profesor Dr.Anders Sandberg teza doktorîya komputernasîyê li Universita Stockholmê nivîsî û niha li "Unîversîta"Oxford"ê kar dike. Ew jî behsa jîyaneke baştir dike û dixwaze em bibin postmirov anku "piştîmirov" û em ji bo baştirkirina mirovî/mirovê hewl bidin.

Ez dîsan vebigerim ser mijara herî girîng; Coronavîrus. Li gorî lêkolîner James Lyons Weiler ji sedî 99% coronavîrus bi laboratoriuma Wuhana Çînê ve hatîye xuliqandin û afirandin. Lê vîrusa tirk jê xerabtir e.Tevgera Kurd li Bakur ji sedî 99% ji coronavîrusa Kemalîzma tirk pêk hatîye û  li bajarên Bakur belav bûye.

Ez îdîa dikim ku ew coronavîrusên cuda ji atmosfera Ankara Tirkîyê mîna baranên cuda yên Kemalîzmê li Kurdistanê dibarin û belav dibin. Yanî sîyaseta tirk û mentalîteta wê li Kurdistanê belav bûye û ew vîrus e.

Transhumanîstên mezin ji alîyê rexnegirê Amerîkayî Francis Fukuyama ve hatin rexnekirin ku ramana transhumanîzmê herî tehlûke û bi xeter e. Ew li Johns Hopkins Univesitetê kar dikir û bi pirtûka xwe ya bi navê "Dîrok qedîya û ev mirovê dawîn" ve navdar e. Pirtûka wî di sala 1992an de hat weşandin.

KURDÊN REBEN BEHSA DEMOKRASÎYÊ DIKIN

Rexneya min ji bo îdeolojîya sîyaseta kurd bingeha xwe ji Şoreşa Fransayê werdigire ku li wir Antoine Destutt de Tracy xwest ku xwezayîya dîrokê nivîsîye. Teorîzan (teorîsyen) û zanyar  Frieldrich Engels yek ji avakarê teorîya  Karl Marx e ku teorîyê weke pêvajoyekê (proses) dibîne. Lê ev pêvajo ji bo kurdên reben derbas nabe. Nimûne: Ez 30 sal berê ji partîyekî kurd veqîtîyam lê hê jî hevalbendên wê dijmintîya min dikin. Tiştek nabe. Lê  ev nîşana rebenîya wan e. Belê, reben in. Mirovên reben!  Êdî dê zaryarî bijî û nezanyarî bimire. Ev tişt ji bo sîyasetê wisan e. Zanyarîya nû pirsyarên sîyasî yên nezan, seqet teral, jikarketî, cahîl, xulam, kal/pîr û ehmeqan nepijirîne. Divê ew kesên ehmeq, seqet, cahîl û nezan ji berpirsyarîya sîyasetê dûr bikevin. 

Hin syasetmendarên dûnya ji Marxîzmê derbasî postmarxîzmê bûne, lê kurdên Bakur  li cihê xwe man û qet neleqîyan ji ber ehmeqîya xwe. Mirov laş û hizra pêvajoyê ye. Heke ev hizr tune be, hingê mirov ne "pêvajo" ye. Kurdên înternasyonalîst ên komunîst  û îslamîst li Bakur dev ji welatê xwe Kurdistanê berdidin û ji bo gelê Filistînî, demokrasîya Tirkîyê, Îran, Îraq û Sûrîyê dixebitin. Lê komunîstên Tirkîyê, Îran, Îraq û Sûrîyê jî bi xwe ve girêyî ne û çepên Bakur dixapînin. Demokrasîya Tirkîyê ne karê PKK, HAK-PAR, PSK û PDK-T (T-KDP/ Partîya DemokrataTirkîyê) ye. Tevgera Kurd li Bakur bingeha rastîya civakên Kurdistanê ne danîye holê, ew li ser serî li erdê û lingên wê li jor in. Divê Tevgera Kurd rabibe ser lingên xwe. Tevgera Kurd li Bakur gelê kurd rezîl, ruswa, bêşexsîyet û kesitîya wî perçe-perçe kirîye. Zanîna ji nezanîya wan e...  Marxîzma klasîk mir, lê postmarxîzm za û ketîye rojevê. Lenînîzma klasîk a sala 1970î mir, lê postlenînîzm za û kete şûna lenînîzma klasîk a sala 1970î. Nasyonalîzma klasîk şûna xwe dide neonasyonalîzm/postnasyonalîzmê. Ez dê di nivîsekî xwe ya din de behsa van peyvan bikim: postmarxîzm, postkolonyalîzm, postnasyonalîsm (piştîneteweperestî), înternasyonalîzm, înterkulturalîzm, postlenînîzm, postbarzanîzm, postmodernîzm, postzardeştî, posthumanîzm, postmirov...   

Li gorî min, însan ji demeke derbasî demeke din dibe, li wir bioteknolojî, molekûlî, rewşenbîrî û kognîtîvî giranîya xwe heye. Mêjûyê me bi mîlyonan caran ji elektronîkê hêdîtir dixebite. Mêjîyên me li gorî cîh, war, dem û teknolojîya nû ve pêş diçe.

DEMOKRASÎYA RASTÎN

Demokrasîya rastîn û felsefeya wê ya sûntezkirina demokrasîya lîberal, demokrasîya radîkal û sosyaldemokrasîyê ye. Sûntezkirina dîtinan dihê wateya ku dîtinên mirovî li gorî cîh û demê dihên guhartin û baştir dibin. Sûntêzkirina dîtin û bawerîyan tiştekî xwezayî ye, lê jê re wext divê. Gava sîyaset û kulturên cuda bi hevûdu re dikevin têkilîyê, hingê bandora xwe jî, ser li hevûdu dihêlin, li wir dîtinên hevdem dihên parastin û yên çewt jî qels dimînin û paşê dimirin.

Em bi cîh, war û deman ve dihên guhartin û dîtinên me jî wekî me dihên guhartin, dîtinek ev dem rast be, demeke din dikare çewt be. Yanî bawerîyek (dîtin) dibe objekt û paşê jî, dibe dîyalog. Yanî bawerîyek (têz) dibe antîtêz. Bi dîtina min, dîrok û dema borî bêhtir problematîk e. Li gorî min, Tirkîye bi xwe kopîya Ataturk e û Ataturk jî ketîye nav kesitîya sîyasetmendarên kurd. Ez di nav partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê de jî xebitim û min bi xwe metodên kemalîstên kurd bi çavên serê xwe dîtin. 

KOLE Û KOLEDAR

Însan wekî însan xwedîyê rûmet û xwedîyê mafên hevpar û azad e. Divê însan li hemberî hevûdu bi hestên biratîyê tev bigerin. Lê dewleta tirk û birêvebirên wê kurdan wekî însanên kurd nabînin û berê jî ne didîtin, wekî tirkên çîyayî didîtin. Dîtina fermî ya dewleta tirk dişûbe teorîya HEGEL ya ku dibêje kole koledarî wekî însan dibîne, lê koledar kole wekî însan nabîne.

Nimûne: ez bixwe 30 sal berê ji partîyekî kurd veqetîyam, lê hê jî ew partî û hevalbendên wê dijminatîya min dikin, ji ber ku ew di bin mentalîta kemalîzmê de mane (li ser xwe nimûne didim da ku bihête femkirin). Êdî kesên wisan "ehmeq", mirovên nezan, nizm û xulam nikarin bi ehmeqîya xwe ve zulm li kesekî wekî min bikin. Zulm tenê ji sîstema dewleta tirk nayê, hawayê hizrandina sîyasetmendarekî ehmeq û nezan jî dikare zulm biafirîne. Zulma herî xerab a li min bûye, zulma ehmeqan e, zulma xerabtirîn ew zulm bû.  

Mentalîteya PSK/ HAK-PAR û PKK mîna hev e û ew li ser rêyekê ne. Mirovên niha yên HAK-PAR / PSK´ê dimînin, lê ji  cewhera xwe mirovahîya nû vedigire.." Li gorî min mirovên yên ku dijmintîya min dikin reben in û divê ew ji kirasên xwe derbikevin. PAK partîyeke nû ye û jê re wext divê.

KURTENAVEROK

însan ji demekî derbasî demekî din dibe, li wir bioteknolojî, rewşenbîrî kognîtîvî û teknolojîyên nû xwe nîşan didin. Mêjîyên me li gorî cîh, war, dem û teknolojîyên nû ve dihên guhartin. Mirovên dema niha dimînin, lê ji cewhera xwe mirovahîya nû vedigirin. Mirovên xulam, kole û rebenên sîyasî ji vê rewşa niha derbikevin û pêşîn ji bo xwe û welatê xwe bixebitin. Pirsa demokrasîya Tirkîyê, îran, Îraq û Sûrîyê ne pirsa me ye û ji alîyê qanûna navneteweyî ve wisan e.

Di pêşeroja me de însan dikare jîyana xwe dirêj bike. Însan dikare bi alîkarîya teknolojî û zanyarîyê ji nexweşî, kalbûn/pîrbûn û ji mirinê rizgar dibe. Ji alîyê din ve laşekî bi rêk û pêk û mêjîyeke baştir. Pêyxember jî, prîmîtîv bûn...

Piranîya partîyên Kurd li Bakur ji sedî ji vîrusa Kemalîzma tirk pêk hatine û   li bajarên Bakur belav bûye.

Êdî mirovahî naxwaze kesên nezan, cahîl, xulam, kal/pîr û ehmeqên sîyasî aqil bidin kesên zana. Divê ew kesên ehmeq, cahîl û nezan ji berpirsyarîya sîyasî û desthelatdarîya kurdî dûr bikevin û li gorî xwe ji xwe re karekî din bibînin. 

Çend xal li ser naverokê piştîmirovahî:

Felsefeya sûntezkirina demokrasîya lîberal, demokrasîya radîkal û sosyaldemokrasîyê.

Fîlosofîya etîkê, teknolojîya nû ji bo pêşxistina însanî/ê.

Felsefeya moralê ya ku giranîya xwe dide ser teknolojî, nemirin, nexweşî û dirêjkirina jîyana mirovî.

Piştîmirovahî dibêje, jîyan xweş e û mirov dixwaze bijî.

Transhumanîzma îndîvîduyalîstîyê.

Her ”îndîvîd” (ferd) ji jîyana xwe berpirs e.

Piştîmirov bi aqilmendî û tecrûbên xwe li mijaran mêze dike.

Transhumanîzm nerm û bi tolerans e.

Transhumanîzm ji bo baştirkirina mirovahîyê ye.

 

REFERENS & LITERATUR

Eposa Gilgamesh (1800 sal BZ) li Pirtûkaxaneya Asurbanîpal: "Ez dê mirinê bikujim": Nemirin

Navenda Nûçeyan - Bergman, Anders (2016). Humanismens födelse: Stockholm.

Björklund, Mats (2005). Evolutionsbiologi.  Studentlitteratur.

Friedrich Nietzsche (1881-1883, piştre hat wergera ji bo swêdî). Så talade Zarathustra

Francis Fukuyama (1992). Historiens slut och den sista människan

Prof. Nick Bostrom (2015). Faculty of Phılosophy...

Hansell, R. Gregory & Grassie, William (2011). Transhumanism.

Carl Andersson (2011). Transhumanism. Institutionen för humaniora. Halmstad Högskola. Uppsats Filmvetenskap 61-90.

07.04.2020

 

Önceki ve Sonraki Yazılar