HSDê 19 kes bi tometa DAIŞê girtin

HSDê 19 kes bi tometa DAIŞê girtin

.

A+A-

Hêzên HSDê operasyonên xwe zêde kirin û 19 kes bi tometa DAIŞê girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûrya Demokratîk (HSD) derbarê operasyonên li dijî DAIŞê, zanyarî belav kirin.

Li gor daxuyaniyê hêzên taybet yên HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî, endamekî şaneya veşartî ya DAIŞê girtin.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, wî endamê DAIŞê di warê plandanîn û çandina bombeyên teqîner de kar dikir.

HSDê duh jî ragihand, di operasyoneke taybet de li navçeya Ebû Xeşeb li rojhilatê Dêrezorê 18 kes bi tometa DAIŞê hatin destserkirin.

HSDê vê dawiyê operasyonên li dijî DAIŞê zêde kirine û rojên 17, 20 û 25ê vê mehê, li navçeyên rojhilatê Dêrezorê û rojavayê Hesekê, şervanên HSDê 5 serkirdeyên DAIŞê girtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin