
Agirê li daristanên Dêrsim û Çewligê berdewam e
.
Agirê daristanên bajarokê Xozatê li Bakurê Kurdistanê berdewam e. Herwiha li Çewligê jî agir bi daristanan ket.
Ev dema 14 rojan e agirê ku bi daristanên bajarokê Xozatê li parêzgeha Dêrsimê ketiye berdewam e û heya niha nehatiye kontrolkirin.
Jibilî daristanên Xozatê, li dola Munzur jî agir bi daristanan ketiye û hewlên kontrolkirina agir berdewam in.
Ji aliyekî din ve li parêzgeha Çewligê û bi taybetî li bajarokê Xolxol û navçeya Besta ya ser bi parêzgeha Şirnexê ve, ji bo cara duyemîn agir bi daristanan ketiye, ji ber sedemên ewlekarî, rê bi ti kesekî nayê dayîn biçin cihê bûyerê û hewl kontrolkirina agir bidin.
Li navçeya Xolxolê ser bi parêzgeha Çewliga Bakurê Kurdistanê agir bi daristanê ket û hewl tê dayîn ku bê kontrol kirin.
Li gor agahiyên hatine belav kirin li gundên Çikan û Conagê ser bi navçeya Xolxolê ji ber sedemek nayê zanîn agir bi daristanê ket û li ser agahdarkirina welatiyan midexele tê kirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin