HSD: Ne mafê we ye li ser navê xelkê biaxivin

HSD: Ne mafê we ye li ser navê xelkê biaxivin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk bersiva Wezareta Derve ya Sûriyê da û tometên wê wezaretê red kirin û ragihand, Sûriye hewla alozkirina raya giştî ya cîhanê û Netewên Yekgirtî dide.

A+A-

Hêzên Sûriyeya Demokratîk bersiva Wezareta Derve ya Sûriyê da û tometên wê wezaretê red kirin û ragihand, Sûriye hewla alozkirina raya giştî ya cîhanê û Netewên Yekgirtî dide. HSD dibêje, rejîma Sûriyê aliyê herî dawî ye ku mafê wê hebe li ser navê xelkê herêma Bakurê Rojhilatê Sûriyê biaxive û tekez dike, li cihê ku Wezareta Derve giliyan li wan bike, bila deriyê gotûbêjan veke, û dest bi danûstandinan bike.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê, roja 15ê Îlonê daxuyaniyek belav kir û têde bersiva nameya Wezareta Derve ya Sûriyê ya bo Netewên Yekgirtî da.

Di daxuyaniya HSDê de hatiye ku: “Careke din rejîma Sûriyê bi rêya Wezareta Derve hewla alozkirina raya giştî ya cîhanê û rêxistina Netewên Yekgirtî dide, ew jî bi rêya tohmetbarkirina hêzên me ku ti bingehek rast ji wan tohmetan re nîne. Em tekez dikin ku ew tohmet me ji berdewamîdana bi erkên xwe yên jibo jinavbirina terorê sar nakin.”

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk herwiha diyar kiriye: “Li cem raya giştî tiştekî neveşartî ye, ku berî damezrandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk, nîştecihên navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê, hêzên rejîmê û saziyên wê yên ewlehiyê bi rêya serhildaneke aştiyane di sala 2012an de ji herêmê derxistin. Dema ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk bersiva bangewaza nîştecihên deverê ya jibo rizgarkirina wan ji destê terora DAIŞê da, rejîma Sûriyê ti giringî pê neda û wê demê hêzên wê bi sedan kîlometran ji navçeyê dûr bûn, û mijûlî parastina navenda desthilatê li paytext bûn, xelk terikandibûn û xelkê ji dest terora bihêztirîn hêza hovane ya cîhanê dinaland.”

Di daxuyaniyê de hatiye ku: “HSDê şerê DAIŞê jî kiriye û 11 hezar şehîd û 24 hezar birîndarên wê, ji şervan û serkirdeyên wê di dema bicihanîna vî erkê mezin ê niştimanî yê Sûriyê hene. Rejîma Sûriyê xemsar bû di parastina xelkê navçeyê ji terorê û aliyê herî dawî ye ku mafê wê yekê hebe, li ser navê nîştecihên navçeyê biaxive.”

Fermandariya Giştî ya HSDê tekez kiriye, “bi sedema bombebarana heremekî ya bêserûber a balefirên rejîma Sûriyê, piraniya jêrxan, navendên sereke, saziyên giştî, sazî û deghên hikûmetî, kargeh û jêrxana petrolê li bakurê rojhilatê Sûriyê û bi taybet li parêzgehên Reqa û Dêre Zorê wêran bûne.”

 

Di beşeke din a bersiva HSDê ya bo Wezareta Derve ya Sûriyê de tê gotin: “Heta niha rêxistina terorîstî ya DAIŞê navçeyên li jêr desthilata rejîmê bêyî ti astengan bikar tîne û ji wê ve kiryarên terorîstî li bakurê rojhilatê Sûriyê pêk tîne û xelkê sivîl dike armanc. Piranioya terorîstên desteserkirî îtîraf kirine ku ji navçeyên di bin desthilata rejîmê û Mertala Firatê ve hatine.”

HSD dibêje: “Hewlên rejîmê yên jibo derxstina aloziyê di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê li Bakurê Rojhilatê Sûriyê û encamdana kiryarên têkderane, bê encam in.”

Fermandariya Giştî ya HSDê ragihandiye: “Li şûna ku Wezareta Derve ya rejîma Sûriyê giliyê arasteyê Netewên Yekgirtî bike, careke din em daxwazê jê dikin ku dest ji kiryarên dijminkarî yên li dijî hêzên me û nîştecihên Bakurê Rojhilatê Sûriyê berde û li pey çareseriyeke rasteqîn, jibo bidawî anîna kuştina Sûriyan bigere û bawerî bi aştî û seqamgîriyê bo hemû gelên Sûriyê, li ser bingeha îtîrafkirina destûrî bi Rêveberiya Xweser hebe û taybetmendiya Hêzên Sûriyeya Demorkatîk pesend bike.”

Wezareta Derve ya Sûriyê, di heman roja Yekşemê de nameyek li dijî HSDê arasteyî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Serokê Encûmena Asayişa Navdewletî kir.

Wezareta Derve ya Sûriyê di nameya xwe de, HSDê weke “milîsên terorîst” bi nav kiriye û eşkere gotiye, ku kiryarên HSDê ligel projeyên Amerîka û Îsraîlê di hevahengiyê de ne.

Herwiha di nameya Wezareta  Derve ya Sûriyê de hatiye gotin, ku HSDê tawankariyên tundrew û terorî yên cudkar li dijî gelê Sûriyê dike û xizmeta projeyên Amerîk û Israîlê dike.

RÛDAW

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin