Nêçîrvan Barzanî biryara naskirina cenosîda Kurdên Êzidî îmze kir

Nêçîrvan Barzanî biryara naskirina cenosîda Kurdên Êzidî îmze kir

Piştî ku Parlamentoya Kurdistanê, roja 3ê Tebaxê weke roja cenosîda Kurdên Êzidî diyar kir, îro Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ev biryar îmze kir.

A+A-

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro Yekşemî 15ê Îlonê biryara jimare 2 ya sala 2019an a Parlamentoya Kurdistanê, ku taybet e bi naskirina roja 3ê Tebaxê weke roja cenosayda Kurdên Êzidî, ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hate îmzekirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “ji bo zindî ragirtin û rêzgirtina li qurbaniyan”, biryara parlamentoyê ya derbarê naskirina roja 3ê Tebaxê weke roja cenosîda Kurdên Êzidî de, Nêçîrvan Barzanî ev biryar îmze kiriye.

Di biryara Parlamentoya Kurdistanê de hatiye gotin: “Ew kuştin û komkujiya di derheqê Kurdên Êzidî de li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê û ji aliyê rêxistina DAIŞê ve hatine encamdan, taybetmendiyên tawanên komkujî, tawanên li dijî mirovahiyê û tawanên şer li xwe digirin. Berpirsatiya qerebûkirin û dabînkirina maf û îmtiyazên qurbaniyan û avedankirina navçeyê jî dikeve ser mile desthialtên destûrî yên Komara Iraqê.”

Herwiha di beşeke din a biryara parlamentoyê de tê gotin: “3ê Tebaxê weke roja komkujiya Kurdên Êzidî tê diyarkirin û divê civata wezîran û aliyên peywendîdar hukmên vê biryarê cîbicî bikin. Kar bi ti têksteke yasayî yan biryarekê jî nayê kirin, ku li gel hukmên vê biryarê nakok bin.”

Biryara naskirina roja 3ê Tebaxê weke roja cenosîda Kurdê Êzidî ji roja belavkirina wê di rojnemeya fermî ya Herêma Kurdistanê, “Weqayiî Kurdistanê” de tê cîbicîkirin.

Derbarê sedema derxistina biryarê de jî hatiye gotin, ku ji bo bidestxistina dadperwerî, dabînkirina maf û îmtiyaz û qerebûkirin, kêmkirina asewarên tawanên komkujiyê û rêzgirtin li qurbaniyan, ev biryar hatiye dan.

Roja 3ê Tebaxa 2014an, rêxistina DAIŞê êrîşa xwe bo ser Şingalê û deverên din ên cihê nîştecihbûna Kurdên Êzidî dest pê kir û di wê êrîşê de bi sedan welatiyên sivîl ên Êzidî bi destê çekdarên wê rêxistina terorîstî hatin kuştin.

Piştî şikestina DAIŞê û rizgarkirina Şingalê û piştre jî rizgarkirina Mûsilê, bi dehan gorên bikom li herêmê hatine dîtin, ku termên Kurdên Êzidî têde ne.

Tenê li Şingalê û derdora wê, zêdetir ji 70 gorên bikomî hatine dîtin, ku kesên têde ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine kuştin.

Herwiha di êrîşa bo ser Şingalê de, DAIŞê bi hezaran keç, jin û zarokên Kurdî Êzidî revandin û weke koleyan kirîn û firotin bi wan kir.

Li gorî amarên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Destê DAIŞê, ji 6,417 Kurdên Êzidî ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin, heta niha 3,515 kes hatine rizgarkirin.

RÛDAW

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin