Hopkins: Vîrusa Korona Heta Niha Pirtir ji 2 Mîlyon Kes Kuştine

Hopkins: Vîrusa Korona Heta Niha Pirtir ji 2 Mîlyon Kes Kuştine

.

A+A-

Hejmara kesên jiber vîrusa korona canên xwe ji dest dane ji 2 mîlyonan derbas kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê heta niha 2,003,885 kes bi vîrusa korona mirine.

Amerîka bi 390,809 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 207,095 mirinan Brezîlya û bi 151,918 mirinan Hîndistan hene.

Vîrusa korona di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû tespît kirin kirin û mirina pêşî ya ji wê vîrusê jî ji wî welatî hatibû ragihandin.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku vîrusa korona li Çînê heta niha 4,796 kes kuştine.

Ew zanîngeh dide zanîn ku li seranserê cîhanê 93,604,952 kes bi vîrusa korona ketine û Amerîka bi 23,4 mîlyon pêketîyan û Hîndistan jî 10,5 mîlyon pêketîyan li rêzên pêş in.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin