Holanda 150 leşkerên xwe dişîne herêma Kurdistanê

Holanda 150 leşkerên xwe dişîne herêma Kurdistanê

.

A+A-

Wezareta Berevaniyê ya Holandayê eşkere kir ku ji 100 heta 150 serbazên Holandî dişîne Herêma Kurdistanê ji bo parastina asayîşa Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê.

Wezareta Berevaniyê ya Holandayê duh 20ê Mijdara 2020an eşkere kir: “Piştî rahênana hêzên çekdar ên Kurd, Hevpeymaniya li dijî DAIŞê rola xwe guhert bo şêwirmendiya berpirsên serbazî yên herêmê. Ev erk dê di sala bê de di bin fermanrewayiya Holdandayê de bibe. Mebesta me ev e ku di dema dirêj de Iraq bi xwe şerê rêxistina terorî ya DAIŞê bike.”

Herwiha di daxuyaniya wezaretê de hatiye diyarkirin: “Hêzên parastina Holandayê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi hev re, kesayetî û alavan diparêzin, tê çaverêkirin ku yekemîn serbazên (Holandayê) di destpêka meha Çileyê de bigihîjin wê derê.”

Biryara şandina hêzên serbazî yên Holandî bo Herêma Kurdistanê, piştî wê yekê tê ku roja 9ê Mijdara 2020an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Lahay ligel Serokwezîrê Holandayê Mark Rute civiyabû.

Di civînê de Serokwezîrê Holandayê amadebûna welatê xwe ji bo piştevaniya Herêma Kurdistanê nîşan dabû, bi taybetî ji bo hêzên Pêşmerge di rûbirûbûna terorê de û ji bo pêşvebirina aboriyê di warê çandiniyê de û handana veberhênerên Holandî ji bo veberhênana li Herêma Kurdistanê.

K24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin