Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Hilbijartinên Iraqê û helwesta Netewî!

A+A-

Başûrê Kurdistanê di nav xwe de li ser asta plan û projeya netewî ne yekgirtî ye. Di asta netewî de, pirs û bandora hizbayetî, berjewendiyên grûbî, xwedî bandorên xirab in. Astenga herî xerab ev e ku pêşiya siyaseteke netewî û yekrêziya hewlên netewî bi vê têt asteng kirin.. Ji ber van astengan jî hewlên daxwaza dewletbûnê zeîf dibin û siyaseta netewî nikare bi vî awayî daxwazên girsî-netewî himbêz bike. 

Îradeya ku di 25.09.2017 an de Kurdistanê derxist hole, ji hêla leşkerî û siyasî de ket bin bandorek neyînî. Ji ber ku berî referandûmê siyaseta netewî, bi rêkûpêk pirsgirêkên navxweyî çareser nekir. Li hember dorpêça herêmî, navdewletî û hewldanên dijminî-navxweyî hêza serxwebûnxwaz bêçar ma ku bi paş de gavê bavêje. Di navbera serkirdeyên siyasî û xwestinên girsê de bandorek neyênî derxist ber me, ku bi paş de gavavêtin meşrû kir. Ev wek zaafeke girîng derket ber me. Berî ku em girêdanên derve sucdar bikin, divê em nav mala kurd deynin ber neşter û operasyonê! Siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê xwedî li îradeya netewa kurd û Kurdistanê ya 25.09.2017an derneketin.

Hilbijartinên İraq di rojevê de ye!

Siyaseta netewî li gor berjewendiyên kurd û Kurdistanê hewleke zelal dernexist holê. Li hember dorpêç û êrîşên Iraq çeka xwepêşandanên girseyî û siyaseteke gelêrî bikar neanî. Ev jî bû sebebê her asteng û dorpêça ku Iraqê anî ser Kurdistanê û bandoreke neyênî derxist ber siyaseta netewî. Ji dêlva ku kirinên dewleta Iraq bên şermezarkirin, hikûmet û siyaseta netewî ya kurd û kurdistanî hat tometbarkirin.

Iraq xwest ku bi birçîbûnê kurdan bîne rêzê û terbiye bike. Kurdistan dorpêç kir. Mûçe û dahatên Kurdistanê qut kir. Kerkûk û deverên li gor madeya 140î ku li hêviya referandûmê bûn dagir kir. Bû sebebê guhertina demografiya herêmê. Bi dehhezaran hemwelatiyên van deveran koçber bûn û malên wan hatin talankirin.

Îro hilbijartinên parlementerî yên Iraqê di rojevê de ye!

Sebeba xîzanî û qeyranên aborî dewleta İraq bi xwe bû. Siyaseta netewî ev karesatên Iraq bi şêweyeke girseyî û gelêrî danexist kolanên Kurdistanê û bi tundî şermezar nekir. Ew nerazîbûna girsêyê bû wek çekekî partîzanî û li hember hikûmeta Kurdistanê hat bikaranîn. Wek ku sebebê wê ne karesat û dorpêça dewleta Iraqê bû. Irak risqê wan qut dikir, lê wan berê xwe didan parlementoya Kurdistanê û hêza netewî sucdar dikirin. Êrîş dianîn ser bargehên Kurdistanê, yên hukûmetê û partiyên îktîdarê. Ev seqetiyeke mezin bû ku di qada partîzanî de pirsgirêkên ku Iraq sebeb bû, ji bona siyaseta navxweyî dihat bikaranîn û kirinên Iraqê meşrû dikir. Rê ji îxanetê re vedikir û îxanet di siyaseta kurdewarî de meşrû dikir. Vê hewla neyînî pêşî li hilbijartinan jî digire û nahêle ku hikûmeteke netewî û xurt Kurdistan birêve bibe.

Niha jî hilbijartinên parlementerî yên Iraqê di rojevê de ne

Ti pirsgirêkên Kurdistan û Iraq nehatine çareserkirin. Ew ên ku derdiketin kolanan û mûçe dixwestin bê ku van karesat û dorpêça Iraqê bînin ziman, êrîş dikirin ser hikumeta Kurdistan, niha jî propangandaya Heyder Ebadî ji xwe re kirine kar. Ev gewretirîn asteng e li pêşiya siyaseta netewî.

Helbet xwepêşandan mafê hemû hemwelatiyan e û rewa ye. Lê dema ku ev çalakî bi mebesta divêtiyan, xizmetê ji dijmin re bike û karesatên dijmin, dorpêça dijminane veşêre, ne rewa bû. Li gor planên dijminan tevdegerîna xwepêşandan û aloziyan, şewitandina cîhên îdarî û qaymeqamtî û binkeyên partiyan ku armanc û aramî û asayîşê tehdît dikir; jiyana gel tehdît dikir, nediket çarçoveya daxwazên mafên rewa. Li her welatekî xwedî yasa û demokrat; kesekî çek û molof didest de û serçavpêçayî êrîşî baregehên hikûmetê bike, bikuje, bişewitîne û hilweşandina asayîşê bike armanc; jiyana xelkê têxe bin bandoreke neyênî, nayê qebûlkirin û bi şêweyeke tund têt cezakirin.

Niha hilbijartinên parlementerî li Iraqê di rojevê de ne

Siyaseta kurd û kurdistanî di warê siyaseta li hember Iraqê û hilbijartinên Iraqê, helwesta xwe bi yekrêzî eşkere nekir. Ji bona ku nûnerên xwe bişîne parlementoya Federalî siyaseteke netewî, helwesteke niştimanî û yekrêzî dernexist holê. Divê hêzên kurd û kurdistanî, di nav xwe de yekrêziyek ava bikira û nûnerên xwedî hestên Kurdewarî tesbît bikira û bişanda Parlementoya Iraqê, ku bikaribin berjewendiyên kurd û Kurdistanê bi yekrêzî biparêzin. Ji bona di parlementoya federal de destê siyaseta netewî xurt bibe. Kurdistan li wir temsîl bikin û bibin nûnerên Kurdistan û siyaseta kurd. Ev nehat pêkanîn.

Kurd li hember Iraq perçe perçe ye û ji siyaseteke netewî, yekrêzî mahrûm man. Niha jî raser siyasetmedarên Iraqî û karmendên wan ên Kurdistan, mil dane hevûdû û bingehê ji meşrûkirina siyaseta dorpêç û êrîşên dewleta Iraqê re ava dikin. Li bajar û bajarokên Kurdistanê kampanyayên hilbijartinên Iraq û nûnerên pirsiyarên dorpêça ser Kurdistanê ji xwe re kirine kar û posterên Heyder Ebadî li kolanên Kurdistanê dadileqînin.

Heta ku Başûrê Kurdistanê bi ser Iraqê ve girêdayî be, ti garantiya destkeftinên kurdan li ser xaka Kurdistanê tune ye. Ti destkeftin, ti mal û milk ne yên kurdan e. Iraq kengî bixwaze dikare van bidesxistinan bi paş de bigire. Kurdan têxe pêsîra hev û li ser bandora xwe zêde bike.

Siyaseta netewî, kurdewarî, niştimanperwer, nabe ku li hember van kirinan bêdeng bimîne û bêçareserî, xwe mecbûrî ji karesatên Iraqê re rûbirû bihêle. Divê pêşî li vê bandora xerab bêt girtin û hewlên niştimanî derxînin pêş. Divê siyasetmedarên Başûrê kurdistanê jibîr nekin ku her bihustek axa Kurdistanê bi xwîna nemiran, xwebexşan hatiye rizgarkirin. Nabe ku ev pîrozî ji karesatên îxanetkar re bibin qurban.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin