Selîm Acar

Selîm Acar

Hemû nivîsên nivîskar >

Hilbijartina şaredarîya Stenbûlê û hinek ramanên min ên bi deng

A+A-

Nêzî sîh salî ye li Swêdê dijîm, niha hemwelatiyê Swêdê me, lê ne swêdî me, ji pêwistiya ewlehîya jiyana xwe li Swêdê bi cîh bûm. Ji bo hilbijartina tirkan min qet dengê xwe bi kar neanîye, di jiyana xwe de cara yekem li Swêdê beşdarî hilbijartinê bûm, min dengê xwe di hilbijartina şaristaniyê de bikaranî. 
Mirov nehemwelatiyê Swêdê jî be ku mirov sê salan li Swêdê jiya be, mirov dikane beşdarî hilbijartina şaristaniyan bibe, ji ber ku şaristanî bandoreke giran û berfireh li ser jiyana mirovan a rojane dike; dikanim bêjim ev bandor rojên bîst û çar seatan, salê sê sed û şêst û pênc rojan bandora şaristaniyê li ser jiyanâ kesayetî û malbatî heye. 
Pêwist dibînim ku bi şêwakî çalak beşdarî hilbijartina şaristaniya bajarê ez lê dijîm bibim û gazî der û dora xwe dikim ku ew jî beşdar bibin. Ez bawerim hûn xwendenvan, dê nebêjin,  ”hilbijartinabajarê tu lêdijî te eleqedernake, û nepêwiste tu beşdarîwêbibî!”  Ez dîsa bawerim hûn di beşdariya min de tişkî anormal nabînin…
Hûn dikanin bipirsin çi pêwendiyên beşdariya min a hilbijartina şaristaniyê û hilbijartina Stenbûlê heye. Ez bawerim tu zêdeyî di navbera tevgera min a hilbijartina û keseke/kesekî kurd li Stenbûlê dijî tuneyî. Ez jî li Kurdistanê najîm, ew jî. Ez jî biyanîme, ew jî. Ez jî xwedîmalbat im, ew jî.  Ez ê li vî welatî bimînim, ew jî wê li Stenbûlê bimînin (îstîsna nebabetê vê guftûgoyê ye) Şaristanî bandorê li ser jiyana min û a malbata min dike, li ser a wî/wê jî dike ûhwd. Çima beşdariya min a hilbijartinê rewaye û a wî/wê nerewa ye. Cudabûnek heye ew jî ev e, Swêd nedagerkerê Kurdistanê ye, lê Tirkiye dagirkerê beşeke Kurdistanê ye. Bi xwe ku em li ser hilbijartinên parlemento biaxivîyan dê ev cûdabûn gelek girîng ba, lê em li ser hilbijartina şaristaniyan diaxivin. Biya min û gorî baweriya min ji ber ku şaristanî bandoreke mezin û berfireh li ser jiyana kes û malbatan a rojane dike, pêwiste kurd li ku dijîn dibê li wir beşdarî hilbijartinên şaristaniyan bibin û daxwazên xwe yên kesayetî û gelî bîne ziman û daxwaz bikin.  
Piştî vê çarçeva bi xetê stûr, li ser pirsgirêka navendî (merkezî) piçkî bi şewakî dengî bi we re biramim. Piştî hilbijartina ji bo şaristaniyan li Tirkiyeyê û li Bakurê Kurdistanê, desthildarê tirkan hilbijartinên Stenbûlê nerazî bû, ew hilbijartin nepesinandin û desthildaran daxwaz kir ku hilbijartinek din ji nû ve pêk bîne. Ev pêvajo çiqas rast e û çiqas demokratik e ev babaeteke din e; jixwe tu pêvajoyên li Tirkiyeyê diqewimin ne normal in. Demokrasiya wan jî Tirkeyewarîye, kêm e, seqet e, rewşîye û sexteye. Ez li ser van xalanan ranawestim, hilbijartinek heye û kurd tayinkar in. Pêşberka eni ya Cumhûr (kommar) û enî ya millet (milet/gel) ji bo destxistina şaristaniya Stenbûlê mîna lîstika zirne-zoqêye. Giraniyan herdu hêlan wekhev in, kurd bi giştî giraniya xwe bide kîjan hêlê ew hêl dê bi ser bikeve. Pêwistiya herdu hêlan bi kurdênStenbûlê heye. Berendamên kurdan  tuneyî û li Stenbûlê berendamên kurdan hebi jî li Stenbûlê kurd nikanin bi dengên xwe bên hilbijartin, her çiqas li bajarênKurdistanê û derveyî Kurdistanê kurd herî zêde li Stenbûlê dijîn. 
Baş e, kurd bêçarene? Derfeteke pir mezin ket destên kurdên li Stenbûlê dijîn, lê ji ber bêsiyaseta Kurdan û siyasetvanên kurdan, ew nikaninvê derfetê bi kar bînin. 
Gorî baweriya min ji bo kurd û Kurdistaniyan tu cûdabûneke ber çavan di navbera eniya”cumhûr” û eniya”milet”tune ye. Herdu enî jî li dewleta dagerker dibin xwedî, dagerker in û nexwedî dîrokeke giyana demokratîk in. Dagirker/kemalîstên sor û kesk in. Dijminên kurdan in. 
Siyaset û hengeşa”Ev hilbijartin ne ya kurdan e û her dû enî jî dijminên kurdan e, ji ber vêye kê dibê kurd beşdarî hilbijartinê nebin!” Ne siyaseteke bi naverok e. Du, siyaseta”Bila partiya Erdogan û Erdogan wenda bike, bes e!”, (deng karanîna stratejîk (!))ev jî siyaseteke vala ye, pûç e û xapandin e.
Bi kurt û kurmancî ku min li ser navê piraniyakurdan biryar bida, min ê wisabikira: Minê vekirî gazî her du eniyan bikira û bigota werin em bi zelalî bi hev re rûnên, hûn kî dê dibistanên kurdî, bexçeyên zarokan bi kurdî vekin, alîkariya çanda kurdên li Stenbûlê dijîn bikin, xîzmetguzariya herêmên kurd zêde lê dijî bikin, em dê di vê hilbijartinê de piştgirtiyan wan bikin. Du lê dibê ew bi zelalî û nivîskî sozê bide. Ji bo destxistinên Kurdan dibê ewlewî bên dayin, ji bo pêşiya xapandinê bê girtin û kurd xwe bi siyasî/îdeolojik tu hêlan ve girênedin. 
Li himberî desthildariyan çar salan li Stenbûlê, mafê ziman, mafê çandî, mafên hindikahî û pir xîzmetguzarî ji bo Kurdên Stenbûlê.Mirov bi dijberê nxwe re dide û distîne, kengî dema dijber di zahmetiyan de be, merov zêdetir mafan werdigre! Siyasetmedariya zîrek di vê yekê de yekutu di dema rast de cîh li dijberîn xweteng bike û dijberê xwe mecbûr bike!
Lê ka ew yekîtî, ew cesaret û ew pêşbînî?!
Sloganên bê netîce û tûj, siyaseta xapandinê (dengê stratejîk) populer in û di giraniyê de ne. Ji bîranekin ev rewşa hatiye serê hilbijartinaStenbûlêji bo serokê şaristaniya wî bajarî, dikane piştî çend salan were serê hilbijartina serokkomaraTirkiyeyê, di hilbijartina serokkomariya wan de kurd bibin hêza/dengê tayînker, lê dibe dîsa jî ji bo kurdan bê encam be, ji ber bê siyasetî û bê hêztîyê(!)
Em dê bijîn û em dê bibînin! Wê rojê em dê guhên xwe bidin MamosteDîrok!...

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin