Hikûmeta Tirkiyê girtiyeka Efrînî li Tirkiyê dadgeh dike

Hikûmeta Tirkiyê girtiyeka Efrînî li Tirkiyê dadgeh dike

.

A+A-

Hikûmeta Tirkiyê jineke kurd a Êzîdî bi armanca darizandina wê li gor yasayên Tirkiyê, ji Efrînê veguhast Tirkiyê.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê belav kir, jina Êzîdî ya 45 salî Xezal Selmo ku zêdetir ji 2 mehan ve ji aliyê grûpa çekdar Feyleq El-Şamê ve hatiye revandin û di heyama borî de rastî eşkenceyên hovane hatibû, berpirsên Tirkiyê ji çend rojan ve ew veguhastine Tirkiyê ji bo wê dadgeh bikin. 

Xezal Selmo ligel 10 kesên din roja 04.12.2020 ji gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê hatibûn revandibûn û ew bi teqandina otomobîleke çekdarî ya wê grûpê hatibûn tometbarkirin. Çekdaran piştî demekê ew 10 kes berdabûn û tenê Xezal Selmo hîştibûn. Li gor zanyariyên wê rêxistina mafên mirovan jî, Xezal ji bo zîndanên Tirkiyê hatiye veguhastin.

Her di wê derbarê de û li gor zanyariyên rêxistina Êzdîna, Xezal Selmo di heyama revandina wê ji aliyê grûpên çekdar ve, rastî gelek eşkenceyên hovane hatibû.

Ev di demeke ye, Rêxistina Human Rights Watch (HRW) hefteya borî di raportekê de rexne li desthilatên Tirkiyê girtibû û ew tometbar kiribûn ku hejmarek mezin ji welatiyan ji herêmên bakurê Sûriyê yên dagîr kirine, veguhastine Tirkiyê û dixwaze wan li gor yasayên Tirkiyê bide darizandin.

HRW dibêje, li gor “Rêkeftina Cenêvê ya Çaremîn” veguhastina van kesan li dijî erkên Tirkiyê ye wek dewleteke dagîrker.

Ew rêxistina çavdêrîkirina mafên mirovan daxwaz dike, “Divê rayedarên Tirkiyê veguhastin, binçavkirin û darizandina welatiyên Sûriyê li herêma dagirkirî rawestîne û divê wan hemû girtiyan vegerîna herêmên wan li Sûriyê.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin