PENa îngilîzî xelatek wergeriyê wê bide kurmanciyê

PENa îngilîzî xelatek wergeriyê wê bide kurmanciyê

.

A+A-

Di nava berhemên ku xelat stendine de yekem care ji Gîne, Cezayîr û Benînê pirtûk û berhemên ku ji Kurmancî û zimanî Gûnî hatine wergerandin, hene.

14 welatan û pirtûkên ku bi 12 zimanan hatine nivîsandin xelatên wergerê yên PENa îngilîzî bidestxistine. Di nav berhem û xebatên ku xelat girtine de cûreyên weke pevxistina edebî, nepevxistî, sûc, helbest, wêjeya ciwan û gihîştiyan hene. Her weha di nava berheman de yên ku xelat stendine yekem care li Gîne, Cezayîr û Benînê pirtûk û berhemên ku ji Kurmancî û zimanê Gûnî hatine wergerandin hene.

Di nava berhemên ku xelat stendine de yekem kolaksiyona “pevxistina spekulatîf” ya Kurdan ku li Brîtanyayê hatiye weşandin jî cîh digire.

Berhema bi navê "Kurdistan +100: Stories from a Future State" ya ku ji aliyê PENê ve hatiye xelatkirin, bi wergerên nivîskar Orsola Casagrande, Mustafa Gundogdu, Sema Kaygusuz, Meral Simsek, Muharrem Erbey, Huseyin Karabey, Nariman Evdike, Omer Dilsoz Yildiz Cakar û Qadir Agid ve hatiye amadekirin. Nivîskaran ji kurmancî, şêwezarê kurdî, tirkî û almanî çîrokên xwe wegerandine û di encama komxebatekî bi vî rengî de pirtûk amade kirine.  Tê payîn ku pirtûk di dawiya salê de were weşandin.

Berhemên ku Xelata Wergerê ya PENê girtine ev in:
"The German Crocodile"- Ijoma Mangold, Wergera ji almanî: Ruth Ahmedzai Kemp, welat: Almanya.

"Oldladyvoice"- Elisa Victoria, Wergera ji îspanyolî: Charlotte Whittle, welat: İspanya.

"In My Garden of Mutants" - Volha Hapeyeva, Wergera ji belarûrî: Annie Rutherford, welat: Belarus.

"Inexile" - Sheyla Smanioto, Wergera ji portekîzî: Sophie Lewis ve Laura Garmeson, welat: Brezilya.

"Rooftop"- Fernanda Trias, Wergera ji îspanyolî: Annie McDermott, welat: Uruguay.

"Kurdistan +100-Stories from a Future State", Ji tirkî, kurmancî û almanî hatiye wergerandin. Welat:  Tirkiye, Sûriye û Almanya.

"Voice of the Two Shores"- Agnès Agboton, Wergera ji zimanê Gûnî û îspanyolî: Lawrence Schimel. Welat: Benin û İspanya.

"Forty Lost Years"- Rosa Maria Arquimbau, Wergera ji katalanî: Peter Bush, welat: İspanya.

"Theta" - Daniela Hodrová, Wergera ji çekî: Elena Sokol û Véronique Firkusny, welat: Çekya.

"Easy Reading" - Cristina Morales, Wergera ji 3ispanyolî: Kevin Dunn, welat: İspanya.

"The Djinn's Apple" - Djamila Morani, Wergera ji erebî: Sawad Hussain, welat: Cezayir.

"A Feminist Reading of Debt"- Luci Cavallero û Veronica Gago, Wergera ji 3ispanyolî: Liz Mason-Deese, welat: Arjantin.

"Punishment of a Hunter"-Yulia Yakovleva, Wergera ji rûsî: Ruth Ahmedzai Kemp, welat: Rûsya.

"Little Brother"- Ibrahima Balde û Amets Arzallus Anita, wergera ji baskî: Timberlake Wertenbaker, welat: Gine, İspanya û Fransa.

"The Blue Pen"- Samar Yazbek, wergera ji erebî: Leri Price, welat: Sûriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin