Sabahattin Korkmaz

Sabahattin Korkmaz

Hemû nivîsên nivîskar >

Heyf e ! Şerm e ! Guneh e!

A+A-

YNK û GORAN du partiyên Kurdistana Başûr ên sereke û qanûnî ne. Hem di parlamentoya Iraqê ya merkezî de hem di parlamentoya herêma Kurdistanê de têne temsil kirin.

Ev tê wê maneyê ku ev herdû partî, di herdû parlamentoyan de jî, xwedî peyv, erk û mesuliyet in.

Herdû partî jî şirîkê Hukumeta Herêma Kurdistanê ne. Di hukumetê de xwedan erk û rolên giran in.

Cîgirê Serokwezîr ji YNK-ê ye. Serokê Parlamentoyê ji Goran-ê ye. Wezareteke herî stratejîk a artêşa muşterek û karûbarên pêşmergeyan ji YNK-ê ye.

Hukumeta Herêmê ya îroyîn bi konsensûsa temamê aliyan hate damezrandin. Hemû alî tê de têne temsil kirin. Bernameya hukumetê hakeza muşterek e.

Baş e du partiyên ku li parlamentoyê têne temsîlkirin û şirîkê hukumetê ne û wezaretên herî girîng di destê wan de ne, gelo bi çi îhtîyacê li dervayî parlamentoyê têne cem hev û peyman-bernameyan çêdikin?

Gelo di tarîxa siyasetê de numûneyeke weha heye?

Ku me diye, partiyên dervayî parlamento/hukumetê têne cem hev û li hemberê partiyên desthilatdar îtîfaq û protokolan çêdikin.

Yan jî di pratîkê de ev tê çi mahneyê û bi kêrî çi tê?

Goran û Yekîtî li gora van 25 xalan wê çi bikin û dikarin çi bikin?

Tişta ku di parlamento û hukmetê de dixwazin bêjin-bikin û nikarin bêjin-bikin çi ne?

*

Goran û YNK rêkxirawên sivîl-medenî ên dervayî hukumet-îdarê nînin, ku bi hin aksiyonan preseke komelgehî li ser desthilatdariyê bikin. Ew bi xwe du partiyên siyasî û şirîkê hukumetê ne.

Tiştên ku dixwazin,  ew bi xwe dikarin bikin. Ew ne ji gotinan, ji kar û kirinan mesûl in. Tişta ku nikarin di parlamentoyê de bikin (hukumet şirîkatî û muşterek e), dikarin di meclisên parêzgehan de bikin. Dikarin di şaredarî û encûmenên meheli de bikin.

Em hukumet û palamentoyê daynin aliyekî; gelo van herdû partiyan di şaredarî, encumenên mehelî û parêzgehên ku girêdayî wan de ne, li gora naveroka van 25 xalan çi kirine?

Gelo pratika wan a li parêzgeha Suleymaniyeyê, Kerkûkê, Helepçeyê li gora naveroka wan xalan e?

*

Ji aliye din de wexta ku mirov li peymana îmzekirî dinêre, ji protokol an bernameyeke siyasî zêdetir dişibe formata destûra esasî. Di serî de dîbace, rêze sernav û xal bi xal behsa serweriya huqûqê, rêbazên hukumdariyê û rejimê tê de tên destnîşan kirin.

Ku ev hemî ji xwe di destûra Herêmê de hene.

Dîsa fikren tu kes û partiyên ku li hamberê van tesbîtan derkeve heye? Di serî de PDK û hemî partiyên Kurdistanê heman tişta dibêjin û diparêzin.

Hema ez kefil, bila protokola xwe bibin deynin ber Serokwezîr û Serokê PDK-ê, ku wan jî heman tişta negotin û îmze nekirin (xala hilbijartina serokatiya herêmê ne tê de), heqê wan e.

*

Derd ne demokrasî ye, ne heqê jêrdestî û ne jî serweriya hiqûqê ye.

Dert, heger taşeroniya hêzên dij serxwebûna Kurdistanê nebe, dijayetiya hizbî ye; teng fikrandin e, teasûba îdeolojî û hesabên şexsî ne.

Bi fikra min, herdû partî dixwazin peyamê bidin xêrnexwazên serxwebûna Kurdistanê û pozisyona Mesût Barzanî zeîf bikin.

Piştî îzahkirina protokolê bi lez û bez ziyareta şanda herdû aliyan a Bexdayê, vê yekê piştrast dike.

Belê weke dibêjin “hesabên şaş” ji Bexdayê vedigere. Ziyareta Ebadî hem testa samîmîyeta wan kir, hem îtîbara wan…

Em çi bêjin; heyf e, şerm  e, guneh e!

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin