Abuzer Balî Han

Abuzer Balî Han

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Halep kirin Halepçe !..

A+A-

 Abuzer Bali Han

Ji bo kesên nizanin re bêjim, bajarê Helepçê li Rojhilatê Kurdistanê ye! Dewleta İraqê ya di bin serokatiya Sadamê Faşist de 16 ê Adarê sala 1988 an de bi çekên kîmyawî bi hezaran Kurd hatin kuştin! Bajar tarûmar bû! Jiyan lê hate vemirandin!..

Rojên borî de di nav bêdengiya dewletên dinê de vê carê jî Kurd li bajarê Halebê ji xwe re kirin qurban! Li dinê bajarê herî rindik yek jî bajarê Halebê ye! Di gotinek pêşiyan de têye gotin:“Şam şekir e, welat jê şêrîntir e!..“ Vê gotinê ez wûsa dubare dikim:“ Şam şekir e, Halep şîrîntir e!..“ Bajarê Halebê pir kes nizanin bi jî, ew di dîrokê de ji Kurdan re jî bûyê paytext! Halep bajarekî şîrîn û xweşik e! Ew bajarê Halebê ji Dewleta Canpolad Alî Begê re jî qasî du salan bûyê payîtext! Dewleta Canpolad û gelê xwe yê Dursî piraniya xwe li Çiyayên Lûbnanê yê bi navê „Çiyayê Dûrsiyan“ û li Halebê jî cîhwar bûyîne. Mîr Alî Canboladî 11 Çiriya Paşîn sala 1606 an da li ser navê xwe dirav (pere) derxistine û sînorên dewleta xwe heya bajarê Musilê fireh kirine!.. Bajarê Halebê jî ji xwe re kiryê paytext!..

Di dîrokê de gotina meteloka „Rêya aqil yek e!“ Ew gotin rast be jî, lê di piratîka xwe de ji bo her mirovek li ser bûyer û tişteki bifikire, dema di nixteyekê de ew digîhîjin hevûdu, ya rast jî ew derketina rastîyê ye!.. Gotina: „Rêya aqil yek e!“ Ew gotin ji zimanê Erebî de ketiye nav çand û jiyana Kurdan. Lê bi bingeha xwe ew gotin ji ramangerê Yewnanî Feylezof Plotinos (Plotin-204–270 n. Chr.) li cîhanê belav bûye.  Ji ber ku di nixteya rastiyê de hemî kes wek hevûdu difikirin!..

Di jiyana gelan (miletan) de ji bo çi rêya aqil ji hevûdu hincaran dûr e! Gelê Kurd ji bo çi heya îro di yek rêyê de naçûn û nabûn yek?.. Dema aqilê herkesî hebe, ji bo çi aqilê herkesî di rêyekê rast de namêşe?!..

Di ew rojên nêzîk de li bajarê Helebê ku ciyê lê Kurd dijîn, bi êrîşên hovane hate vala kirin! Wek şerekî yek alî li pêş çavên dinê bajarê Helebê kirin wek bajarê Halepçeyê!.. Bûyer û dîmenên hatin serwîs kirin rihê mirovan êşand! Moralê gelê Kurd carek dîn binpê bû! Siyaseta Bakûrê Kurdistan di demek dirêj vir de ye, ku ew di bin hêza dewleta Tirk de têye meşandin, rûyê xwe yê reş carek dîn wê aşkire kir!..

Gotina „Rêya aqil yek e!“ Vê gotinê dixwazim bêtir di jiyana Kurdan de çawa rolê xwe ew dileyze bi kar bînim!  Bê guman rewşa Kurdan ya îro, ew qetliyamina bibin jî, ew ji ya duh çêtir e! Di jiyana Kurdan de Kurd hêdî ber bi lêhengiyek hemdemî dimêşin. Xort, pêşmerge û şervanên azadiya Kurdistan heroj destanên lêhengiyê diafirînin!.. Lê çi mixabin neyarên Kurdan yên xwînxwar û xwînrêj pir hov in! Ya dîn jîi dîroka kevnar ji Kurdan re nebûyê yar! An jî demên kevn yên dîrok ji Kurdan re bûyî yar, Kurdan ji wê baş sûd wernegirtine!..

Di dawî de, di sedsala bîstan de, şere cîhanê yekemîn şûnda imparatoriya Osmaniyan têk diçe! Li Rusyê İmparatoriya Çar radibe, li ciyê wê Yekîtiya Komara Dewletên Sowyet Sosyalîst ava dibe!.. Ewna jî Komara Kurdistan Ya Sor ku paytextê xwe Laçîn bû, Komara Mahabad Ya Kurdistan li gor berjewendiyên xwe Welatên Sosyalîst ji wan re nebûn alîkar û ji holê hatin rakirin!.. Ew dewletên sosyalist ku bi balafirên şer heya salên 1975 an alîkariya Sademê xwînxwar dikirin! Hezên Kurd ku piraniya wan bi navê sosyalîzmê wê demê bê deng diman!..

Şere cîhanê yekemîn de bi pilanên dewletên dagirker Kurdistan di nav çar welatên nû hatin saz kirin da hate dabeş kirin… Ji wê rojê heya îro, Kurd li berxwe didin azad bin!.. Li cîhanê lêhengên hemdemî yên herî wêrek ji nav Kurdan derdikevin! Çi mixwabin dîsa jî Kurd beramberî hemî cîhanê serneketine!.. 

Di dema em têda dijîn de Kurdistan dîsa çar perçe bin jî, lê her perçeyek agahiya xwe ji perçeyên dîn heye!.. Ya herî girîng di nav Kurdan de mejûyek netewî her ku diçe xurtir dibe! Di demên borî di bin tesîra sosyalîzmê de pir hêzên Kurd li dijî hin hêzên Kurd bûn. Ji wana piran gorbehîşt Serok Mola Mustafa Barzanî ji xwe re wek neyar didîtin!..

Dema em tê de dijîn li Başurê Kurdistan PDK, YNK, Partiya Komunist ya Kurdistan û yên dîn astengên rojane hebin jî hemî bi hevra kar dikin. Ew hêz û rêvaberiya Kurdistana Başur bi hêz û partiyên perçeyên dîn ve dayîn û sitandinên xwe yên netewî li ser bingeha bratî û wekheviyê rojberoj pêşda dibin!..  

Li ciyê nikbîniyê, xewşbîniyek ji bo yek welatî roj bi roş rewş pêşda diçe!.. Pêwiste ku hemî hêz û rêxistinên Kurd li van destkeftiyan hêdî xwedî derkevin û wana roj bi roj pêşda bibin! Di aliyê dîn de sînorên neyaran di nav Kurdan de danîn, pêwiste ku her Kurd wana ji mejûyên xwe bavêjin! Dem hatiye ku hêdî Kurd hevûdu hembez bikin!..

Di roja em tê da dijîn de, tu kes û tû dewlet nikarin ku li paş deriyên hatî girtî, ji bo Kurdan bîryarên xwînrij û tarî bigirin!.. Îro dema em tê da Dewleta Tirk Qederê Kurdan li paş deriyê hatî girtin, dixwazin carek dîn tayîn bikin! Di vê tayîn kirinê de jî çi mixabin hin Kurdan ji xwe re dikin alet! Lê belê îro pêda Kurd dikarin bi hevra biryar bidin û mafên xwe yên mirovatî, netewî û dewletî lê xwedî derkevin!.. Ji ber ku îro pêda kêm û zêde li dinê du dewletên Kurdan ber bi sazbûnê diçin! Dema Kurd bûne yek, tû dewletên dagirker nikarin ku li dijî hêz û mafên wan yên netewî û navnetewî derkevin. Îro hêdî dostên Kurdan di piştgiriya Kurdan de ji duh baştir û pêşvatir in!..

Lê neyarên Kurdan, dema derfet ketin destên wan, ew dikanin wek bajarê Halebê li her bajarî Kurdistanê xwîn birêjin!.. Neyarên xwîna Kurdan dirêjin roj yê beye ku ewê di wê xwînê de bixeniqin!.. Rojên azad li pêş gelê Kurd in! Bi baweriya  Kurdewatiyek rasteqîn, yekîtiya Kurdan yê rêya azadiya Kurdistanê jî bi xwe re nîşan bide!.. Ji bo Kurdan rojên azad ne dûr in!

 Kanuna paşin 2026

    Abuzer Bali Han

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin