HEVKARÎ li Swed: Bijî Newroz, Bijî Kurd û Kurdistan.

HEVKARÎ li Swed: Bijî Newroz, Bijî Kurd û Kurdistan.

Hevkarî ya hêzin sîyasî yên kurdistanî li Swêd bi daxûyanîyekê Newroz pîroz kir.

A+A-

"Em weke Hevkarîya hêzin sîyasî yên Kurdistanî li Swêd em Newrozê li kurdên Swêd û li hemû gelê kurd li cîhanê pîroz dikin.
Îro em Newroza 2620 an pîrozdikin û dest bi rojeke nû di dîroka gelê xwe destpêdikin û em bi hêvîbûn ku me karîba careke din agirê Newrozê li serê cîyan geş bikra, û me bi cîhanê bida naskirin, ku ev miletê ji sedê salan di bin zulm û zorê de, tu caraî ji rîya azadî û serfirazîyê venegere ta ku hemû mafên xwe yên rewa bidestnexîne.
Lê mixabin ji bo rewşa awerte ku cîhan têde derbas dibe ji ber Veyrosa CORONA ku cîhan û tevahîya mirovan li ser rûyê cîhanê ku xistîyi tehlukê de, û vî tiştî hiştîyi ku hemu şahyên Newrozê li seranserî cîhanê rawestin. Em bihêvîne ku ev Pandemî bi zûtirîn dem bi dawî bê û tenduristîk lezgîn ji bo hemu nexweşan.
Bira û xûşkên hêja
Ev meh di dîroka gelê me de cihekî taybet digre û hêştîye şîn û şahîyên me tê de sal bi sal bêtir bibin
şîna me ji wan keç û xortên, ku di şerê dijî grûpên terorist û welatên ku Kurdistan dagir dikin, şehîd ketin, birîndar bûne yan jî ew xort û kecên me, yên ku hîne di girtîgehan de ne, yan jî tên bi darvekirin, ku ji tevaya gelê me tê xwestin, ku em bi hev re xebatên xwe bidomînin û çalakîyên xwe li darxin û li doza gelê xwe xwedî derkevin, û karîbûn wê êrişên dijwar ji alyê IS bi temamî rawestînen û kelayên tirsê di hundirê xwe de bişkîne û bihêle li seranserî Kurdistanê, gelê me rabe ser pîyan û li çareserkirina pirsa gelê Kurd bigere û hêşt, ku cîhan wî weke gelekî cuda bipejirîne û azadîxwaz qebûl bike.
Li dawîyê em hirmet û rêrzgirtinê ji bo hemû pêşmerge, kec û lawên Kurd re, yên ku jîyana xwe ji bo rojeke nû, ji bo azadî, serfirazîyî û serxwebûna gelê xwe dan, û emê gorên wan şehîdan di dilên xwe de bikolin û emê qet ji ser rîya wan venegerin ta ku tîrêjên ronahîya xwe li seranserî Kurdistanê ronî bidin
- Bijî Newroz.
- Bijî Kurd û Kurdistan."

Hevkarî ya hêzin sîyasî yên kurdistanî li Swêd
2020-03-21

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin