Receb Dildar

Receb Dildar

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Hêvî Hêza Can e

A+A-

Pitikekî berşîr li pêsîrên dayika xwe digeriya, dayika ku ji ber barîna agir can dabû. Gelek jin di ber re derbas bûn, gelek musluman û xrîstîyan di ber re derbas bûn, tu kesî zarok têr nekir, derdê wî derman nekir. Pitik ji nû ve êrîşî dayika xwe kir, bi laşê wê yê mirî xwe têr kir.

Kevokeke baskşikestî li hogirên xwe digeriya, hogirên ku li warên asê, hêlînên rûxandî disitirîn. Bi baskê şikandî nikaribû bifiriya û xwe bigîhanda hevalên xwe. Gelek hekîm di ber re derbas bûn, tu kesî baskê wê derman nekir. Got “Xwedîyê barê ketî tune ye, ker bikeve herîyê ji xwedî zexmtir tune ye.” Kevokê baskê saxlem jî basko kir û bi peyatî berê xwe da hêlîna rûxandî, ji bo hêlîneke nû ji xwe re ava bike. Ling lê peritîbûn lê di nav heval û hogiran de gelek bextewar bû. Bi kenên hevalên xwe êşa brînên xwe dikewand.

Kalekî rîspî bi ser gopal de li hêzekê digerîya ji bo xwe ji hêza hirçê hov biparêze, ji bo xwe bigihîne şikefta serê rez û bi aramî di nav de rûne. Gelek hatin, qerfên xwe bi kalbûna wî kirin û jê derbas bûn tu kesî mil nedayê. Xîret hatê, Kalo gopal avêt û bang li çogan kir, got “Hûn bimirin jî hûn ê min bigihînîn şikeftê, naxwazim li nava rê bimrim û bibim qirdikê xelkê.” Hêvîya xwe bi çogan ve girê da. Guh neda êşa xwe, xwe gîhand warê hêvîya xwe. Bû axayê rez û şikefta xwe.

Berxikeke sawa li dû dayika xwe dibarîya, dayika ku bi ber lehîya agir ketibû. Her parçekî dayikê li cîyekî aliqî û çû. Heta ku tu tiştek ji dayikê nema û ji ber çavan wenda bû. Berxika sawa mêze kir barîn û grîn jê re nabin çare. Rabû xwe gîhand mîyeke din, got “tu bibe dayika min, ma xwîna me, xwarina me, warê me, canê me, zimanê me ne yek e?” Herdu bi hev re barîyan li wê derê li hev banîyan. Dayîka wê ya nû got “Erê zimanê me yek e, ez ê nehêlim tu herî bigihîjî ker û qantiran û wek wan bizirî. Em ê bi hev re wek dê û bavên xwe bi zimanê xwe bibarin.” Dayikê bilez guhanê xwe dirêjî wê kir, berxika sawa têr kir û ji bo têrbûna dayikê berê xwe dan mêrg û çêreyên teze.

Çavê zarokekî pekiyabû ser darê, çavê bêçare dixwest biqîre hewar bike, lê deng nediçû tu kesî, hemû cîhan kerr bûbû, ûcdanê xwe li ser terîya kerê kiribûn û berê xwe dabûn perestgehên xwe. Gelek kes di ber re derbas bûn, tu kesî ew nedît. Hemû cîhan korr bûbû, ûcdanê xwe di nav tûrikê pere û zêran de veşartibûn. Çavê zarok hêvîya xwe ji wan birrî, hewara xwe daqurtand. Hêz da xwe li laşê xwe gerîya, li kortika çavê serê xwe gerîya, got “ helbet wê xwîn bikele, em ê ji nû ve li hev bikin, em yên hev in. Em bê hev nabin. Xêra kesî ji me re tune. Ez li kortika xwe bi cî bibim, helbet wê şewq têkeve bîbîka min û ez ê ji nû ve bibînim.” Çav çû li laşê xwe banîya. Hêdî hêdî bi ronahîya xwezayê hesîya.

Dilekî pîr, dilê şêrekî pîr li meydana gur û rovîyan ji hêz de ketibû. Keftar qor bi qor li dorê lotik didan. Teyrên beratexur ji jor ve êrîşî dil dikirin. Dilê şêrê pîr bi penc û lepan xwe diparast, lê hemû beratexurên meydanê lê civîyabûn. Ji dûr ve orîna şêran dihat, hêvîyeke mezin jê re çêbûbû, hêz da canê xwe, ew jî orîya, hewara xwe gîhand hevalên xwe. Berê xwe da beratexuran û qîrîya, got “Helbet ez ê canê xwe teslîmî we nekim, Şêrên mêrxas li ku bin, ew ê xwe bigihînin hewara min.” Û neynûkên pencên xwe tûj kirin. Şêrên mêrxas gihîştin hewara wî. Bi hev re pêçan birîna wî. Dilê pîr axîneke kûr kişand, û bi dengekî dilovand li şêrên mêrxas vegerand: “ Hêza can! Hêza can! Hêza can!”

Önceki ve Sonraki Yazılar