Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Hemû rojên me yên bi zimanê Kurdî derbasbin pîroz in!

A+A-

Her rojeke min e di nava van 44 salên li xeribiyê de derbasbûye, bi zimanê Kurdî pîroz e !

"Keda min a ji bo hizkirina fêrbûna zimanê dayîkê, di sala 1996 de destpêkiriye.

t-008.jpg

 

Ji ber ku min di tu dibistanan de, xwandin û nivîsandina fêrbûna zimanê dayîkê ne dîtibû , min gelek zahmetî dîtin heta, min karîbû hinek berhem û berhevkirinên ku bi zimanê Kurdî, li ser zargotin û kevneşopên civaka me Kurdên Êzdî hatibûne weşandin bixwînim û binivisînim.

 

Di peyra min bi vê keda nezanîn û perwerda xwe, a ji bo hizkirina fêrbûna zimanê dayîkê gelekî pêşxist û min di sala 1996 de, li nav bajarê Oldenburg‘ ê de kurseke fêrbûna xwandin û nivîsandina zimanê Kurdî ji bo xerîban vekir. Min hingê heta demekê bi vê pirtûkê(binêrin *1) dest perwerdeya xwandin û nivîsandina fêrbûna zimanê Kurdî kir. Dûre min ji ber nesaxiya xwe hew dikarîbû vê perwerdeyê berdewam bikim.

Gava tendirûstiya min hinekî baş bû pê ve, êdî min dest bi lêkolînkirina „PIRSÊN RASTXWANDIN Û -NIVÎSANDINA TÎPÊN KURDÎ „ kir. Binêrin li *2 û 2a.

Min dûre jî , ev pirtûka „Ji bo hizkirina fêrbûna Kurdî a ku 110 rûpele“, binêrin li wênê wê, ji ber ked, zanîn, metodîkû dîdadîktên ku ez mina mamostetiya zimanê Almanî, yê ji Goethe Înstîtuta München`ê şadename girtiye ji bo çapkirinê amadekir.

Lê mixabin, piştî çend hewildan û bêçaretiya min, ev berhema heta niha hêjî rastî tu çapxaneyeke ku bixwaze ji bo fêrbûna xwandin û nivîsandina zimanê Kurdî fêdekariyekê bike ne hatiye.

Kîjan dezgeh û rêxistina Kurdî bixwaze vê berhemê binêre anjî, wê ji kîsî xwe çapbike, ezê tevaya wê ji bo xwandin û nivîsandina Kurdî ji wan re bikime diyarî û bişînim………

Bila roja zimanê Kurdî li me tevan pîroz bê!

Kemal Tolan, ê Êzdînas, berhevkar û xemxwarê kevneşopên Êzdîtiyê

*Çavkanî:

1 Usso B. Barnas, Arian Barnas - Lehrbuch der Kurdischen Sprache

https://www.thalia.de/.../artikeldetails/ID26655584.html...

2 PIRSÊN RASTXWANDIN Û -NIVÎSANDINA TÎPÊN KURDÎ

-http://www.pen-kurd.org/.../pirsa-kemal-tolan-mijaren...

Bersiva pirsên birêz Kemal Tolan

http://www.pen-kurd.org/.../bersiva-mustefa-reshid...

Ev jî bersiva mamoste Silêman TORÎ ye:

http://www.pen-kurd.org/.../bersiva-sileman-tori-mijaren...

2a- Bibliografiya nivîsarên li ser zimanê Kurdî

http://www.nefel.com/grafik/bibliog_nivisar_kurdi.pdf rûpel: 34-35

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin