Helbestvanê ‘Ay Lê Gulê’ û geleke din: Emerê Lalê

Helbestvanê ‘Ay Lê Gulê’ û geleke din: Emerê Lalê

Helbestvanê kurd Emerê Lalê (Rêncber) di sala 1938’an de li gundê Qeser Dela ku dikeve rojhilatê Cizîra Botan li bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.

A+A-

 

Evîn ŞIKAKΠ


"Ay lê gulê gula minê şêrîna li ber dilê minê 

Gulê nadim malê dinê ez liser gulê têm kuştinê."

Dibe ku kurdek nemabe û guhdarîya vê stirana hunemendê kurd Mihemed Şêxo nekiribe yan jî nebihîstibe, ji ber ku ev stiran di nav hemû kurdên cîhanê de hem xweş e û hem jî  navdar e, lê kêm xelk xwedîyê nivîsa vê helbesta xweş û bi wate nas dikin. Ev helbest ligel 7 helbestên din mîna xem û xeyalê te ez revenadin, yarek min heye bi navê jînê, kedera min çendî ciwane rengê gulê û perwîn keça nû gihiştî û hin helbestên din ên helbestvanên kurd Emerê Lalê ne ku, bi nave (Rêncber) jî dihat nakirin.

Kêlîkên herî xweş, bi tam û bi lezet li ber dilê Emerê Lalê dema helbesteka xwe ji dostekî yan jî ji mêvanê xwe re dixwend. Dema mirovekî jê xwestiba helbesta xwe bixwîne heço malê dinyayê te dayê, lê kerba dilê wî bi xwedina helbestekê bi tenê nedikir, lewma jî rûpelên pirtûka xwe mîna rojên temenê xwe rûpel bi rûpel diqulipand û helbestên xwe dixwendin. Wî ji xem xeyalê te ez revandin dest pê dikir û pêde diçû kul û derd û keserên xwe jî bi helbesta Ax Kurdistan ax Kurdistan tu cîhana me kurdanî bi dawî dikir. Hezkirina helbestvanê kurd Emerê Lalê ji helbestên wî re hema bibêje ne kêmî ya zarokên wî bû, xem û xeyalê wî jî her kurd û Kurdistan bû.

Ez şanazim û xwe gelekî şanazim bi şans dibînim ku, bi dehê caran pêre rûniştime û helbestê xwe ji min re xwendine ji bilî ku, ez wî wekî helbestvan û kesek rewşenbîr nas bikim Emerê Lalê zavayê me bû, meta min Gewrê xwişka bavê min hevjîna wî bû, lewma gelek caran serdana me dikir. Ji bilî vê yekê jî pir ji civat, gotin û sohbeta bavê min hez dikir, cara yekemîn dema min serdana başûrê Kurdistanê kir di sala 2005’an ez û mam Emer bi hev re çûne Kurdistanê.

Helbestvanê kurd Emerê Lalê (Rêncber) di sala 1938’an de li gundê Qeser Dela ku dikeve rojhilatê Cizîra Botan li bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Bavê wî Hesenê Îsmaîl e û jêre digotin Sofî Hesen ji eşîra Dêrşewane, dayîka wî jî Lalê keça Necimê Hesen e. Piştî mehekê ji dayîkbûna Emerê Lalê malbata wî mîna gelek malbatên kurdan ji û zordarîya dewleta Tirkîyê ji serxetê direvin û berê xwe didin binxetê û li gundê Endîwerê bi cih dibin. Di wê demê de sînor di navbera Fransayê û Tirkîyê de hatibûn danîn û welatê Sûrîyê bi giştî ketibû bin desthilat û çavdêrîya Fransayê de.

Berî malbata Emerê Lalê koçberî binxetê bibin taybet jî di payîza sala 1929’an de Serokê malbata Emerê Lalê ji bo başkirina rewşa xwe jîyana xwe ji gundê Endêwerê diçin gundê Mezrê û ji wir jî diçin çend gundên din û li gundê Til Xenzîr bicih dibin.  

Helbestvanê kurd Emerê Lalê li gundê Til Xenzîr diçe dibistanê. Di wê demê de tenê dibistan bi zimanê erebî hebûn ji ber ku, ên kurdî qedexe bûn. Ew di ber xwendina xwe re jî li ser destê Mela Ebdulkerîmê Sofî fêrî Qurana pîroz bû. Di sala 1947’an bavê wî dimre û diçe ber dilovanîya Xwedê di wê demê de temenê wî 9 sal bû û şagirtê pola sêyem a dibistana seretayî bû, Emer piştî mirina bavê xwe ji ber feqîrî û hejarîyê neçar dibe ku dev ji dibistanê berde û alîkarîya dîya xwe bike lewma jî dest bi cot û rêncberîyê dike, êdî ew bi navê dîya xwe tê naskirin û dibe Emerê Lalê. Dîya wî Lalê jî jineke pir jîr, wêrek û bi cesaret bû di heman demê de xwedî karîzmeka cuda hebû. Dîya wî her dem piştgirîya kurê xwe di hemû qonaxên jîyana wî de dikir û bi tena serê xwe karî wan zarokên xwe tevî wê rewşa zehmet û dijwar mezin bike; bi rêya liqata genim, çêkirina tevnan, firotina şîr û mastê nanê zarokên debara jîyana xwe dikir. Emerê Lalê du bira bi navê Xelîl û Mihemed hebûn, Mihemed jî pêşmerge bû û di her du şoreşên gulan û Îlonê de beşdar bûbû, her wiha xwişkeke wî jî bi navê Mêrem bû, jîyaneke bi zehmet û feqîrî didomîne mîna jîyana hemû kurdên belingaz û perîşan heta ku, temenê wî dibe yê leşkerîyê û diçe ximeta leşkerîyê piştî xizmeta leşkerîyê bi dawî dike û vedgere bi Gewrê keça Emerê Birahîm re dizewice ku, bi xwe jî êla Şikaka ne.

Helbestvanê kurd Emerê Lalê yekemîn helbesta xwe di sala 1958’an de dinivîsîne û di wê salê de ji Mele Mustefa Barzanî ji Rusyayê (Sovyata berê) vedgere Kurdistanê di helbesta xwe de jî wiha dibêje:

Ax Kurdistan ax Kurdistan

Tu cîhana me Kurdan î

Xwazgînîyê te pir zor in

Ew xortên şeng û ciwan î

Ger tu nekî ji min bawer

Vaye te dixwazê Barzanî

Qelenê te çiqas pir bê

Me da te xwîna xortanî

Heta niha pênc berhemên wî hatine çapkirin û hin bi destxet hene ku hê nehatine çapkirin. Ên ku hatine çapkirin ev in:

1-Xem û Sawêr (dîwana yekemîn, di sala 1993’yan de hatîye çapkirin)

 2- Çar Çira (di sala 2002’yan de hatîye çapkirin)

3-Tewafa Yarê (Helbesteke ji 1520 malikan pêktê , ev helbest bêzanîneke li ser cografîya Kurdistanê bi hemû çîya, deşt, newal , gelî û cem û zozan ku di sala 2008’an ji alîyê Yekîtîya Nivîskarê Duhokê ve hatîye çapkirin)

4-Welat Binase (Di sala 2009’an ji alayê Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistanê ve hatîye çapkirin)

5-Evîn û Welat, (Ev dîwan sala piştî wefata wî hatîye çapkirin û di çil rojîya wî de hate belavkirin)

Ji bilî van berheman jî dora 3 berhemên wî yên destxet û destnivîsên wî hene ku hê nehatine çapkirin. Her wiha pirtûkek jî li ser serpêhatîyên kurdan di Sedsala/Qirna 20’an de ye.

Helbestvanê kurd Emerê Lalê roja 6.11.2011’an, ku yekemîn roja Cejna Qurbanê bû demjimêr 6:20 şa êvarî de koça dawî kir. Cenazeyê wî roja 7.11.2011’an bi amadebûna rewşenbîr, partîyên sîyasî şêx û kesayetîyê deverê bi hezaran kes ji bajarê Qamişlo, Çil Axa, Girkê Legê, devera Koçera li bajarê Dêrika Hemko bi axê hat spartin.

Têbinî: Ev gotar beşek ji pirtûka ku ez li ser dixebitim.

 

Dîyarname

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin