Rojhilatê Kurdistanê bi dijwarî hat bombebarankirin

Rojhilatê Kurdistanê bi dijwarî hat bombebarankirin

.

A+A-

 Li gorî agahiyên destpêkê, li parêzgehên Kirmaşan, Hemedan û Loristanê yên Rojhilatê Kurdistanê gelek cih hatin bombebarankirin.

Hat diyarkirin ku di bombebaranan de xalên stratejîk ên wan her sê parêzgehan hatine hedefgirtin.

Li Kirmaşanê 7 teqînên bihêz

Îro li derdora saet 12:00an, 7 teqînên bihêz parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê hejand.

Hevdemî wan bombebaranan, li bajarê Hemedanê yê Rojhilatê Kurdistanê jî teqîneke bihêz çêbû.

Heya niha medya û rayedarên Îranê ew bombebaran piştrast nekiriye.

Loristan bi giranî hate bombebarankirin

Her wiha îro parêzgeha Loristanê jî ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve bi giranî hate bombebarankirin.

Piştî êrişan dîmenên vîdeoyî yên hinek bombebaranên giran ên li Loristana Rojhilatê Kurdistanê hatin belavkirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin