Receb Dildar

Receb Dildar

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Hekariyan û Çend Dilopên Zêrîn

A+A-

Min ew di rojeke zivistana sar de, li xerîbîyê, li bajarekî rojavayê Anatolyayê dît. Şewqeyekî qehweyî li serî bû, lê sîpera şewqe avêtibû hêla paş. Şewqe bi terzeke ji xwe bawer dabû serê xwe. Cênîk, simbêl û rîya wî, rûyê wî yê kej nuxumandibû. Berçavkeke mezin li ber çavan bû. Ev nîşana kaltîyê bû. Lê li ber ku emrê wî li dora heftêyî bû jî, gelek zindî û li ser xwe bû. Ji sohbetê hez dikir. Dîyar bû bêrîya sohbeteke bi Kurdî kiribû, loma zû lê vebû.

Li bajarê Îzmîrê çarşîya herî kevn a li ser pêya maye Agora ye. Niha wek cîyekî dîrokî herkes dikare here wê derê zîyaret bike. Nêzî Agorayê, di nav Çarşîya Kemeraltîyê de xaneke bi navê “Kızlar Ağası” heye. Çawa têkevim nav wê xanê, Xana Hesen Paşa ya Dîyarbekirê tê bîra min. Xana “Kızlar Ağası” jî heman wek Xana Hesen Paşa ji bo kesên ji derve tên Îzmîrê wek navnîşana duyem e. Min nivîskarê me yê gewre Îhsan Çolemêrgî li wê derê li qata duda dît. Wî û xanima xwe, çaya ixlamûrê dabûn ber xwe û bi nîyeta ku xwe necemidînin, qurtên hûrik li qedehê dixistin.

img_0582-001.jpg

Ji ber ku ez ji Dîyarbekirê bûm û mijara romanê jî di navbera Hekaryan û Dîyarbekirê de derbas dibe, min mijarê anî ser romana wî ya “Cembelî Kurê Mîrê Hekaryan.” Got: “Erê, Faris beg ji bo qîza xwe ji ber zordestîya Mîr birevîne, tê li Qerejdaxê bi cî dibe.” Axirkê me li ser çand û jîyana derdora Hakaryan gelek sohbet kir. Kesên dixwazin wê çandê ji nêz ve binasin, divê berê xwe bidin vê romana hêja.

Kitêba wî ya duyem bi navê “Hakari Suretleri” hatîye çapkirin û belavkirin. Kitêb ji gotarên wî yên li ser çand û dîroka Kurdan pêk tê. Di vê kitêbê de bi taybetî behsa “stel”ên di sala 1998an de li derdora Hekaryan hatine dîtin tê kirin. Ji van stelan du heb jê mêr neh heb jî jin in. Niha ev stel li muzexaneya Wanê ne. Ji bo dîroka veşartî ya derdora Hekaryan ev stel belgeyên gelek baş in û li benda muşterîyên xwe ne.

Îhsan Çolemêrgî piştî roman û ceribînên xwe dest davêje dîrokê û kitêba xwe ya bi navê “Mezopotamya Uygarlığı’nda Hakkari” belav dike. Bi vê hewldana xwe dixwaze perdeya reş a li ser dîroka herêma Hakaryan rake. Ev herdu kitêb bi Tirkî nivîsîne. Min got: “Çima?” Got: “Min mêze kir Kurd bi Kurdî naxwînin, min got qet nebe bila bi Tirkî bixwînin. Îcar piştî min fam kir ha Kurdî ha Tirkî Kurd yekê jî naxwînin, yanî fêdeya nivîsîna Tirkî tuneye, ez dîsa vegerîyam ser Kurmancî.”

Îhsan Çolemêrgî vegerîya ser zimanê Kurdî û li dû hev sê behrem amade kirine, her sê jî li ber çapê ne. Em ê jî wek xwendanekî wî li bendê bin ku ev berhemên hêja çap bibin û em jî bixwînin. Yek jî romana bi navê “Mîr Zeynel”e. Di vê romanê de hewl daye ku jîyana Zeynelê Mîrê Hekaryan raxe ser kaxizê. Romana wî ya din bi navê “Selaheddînê Eyubî” ye. Di vê romanê de jî wek ji navê xwe jî dîyar e, behsa jîyana Selaheddînê Eyubî dike.

Bi min kitêba wî ya herî grîng a herî dawîn e ku tê de beşeke ji tarîxa Kurdan radixe ber çavan. Navê kitêbê “Dîroka Urartîyan” ne.

Neteweyên dîroka xwe nizanibin û rûmetê nedin zimanê xwe nikarin di nav koma neteweyan de cîyê xwe bigrin. Ji bo derbaskirina qonaxa eşîrtîyê û honandina tevna netewetîyê berhemên wisa gelek hêja ne. Ji bo xebatên wî yên li ser çand û dîroka Kurdan, em minetdarê nivîskarê gewre Îhsan Çolemêrgî ne. Lewra ew li ser koka kurdayetîyê mezin bûye û tu carî pişta xwe nedaye çanda xwe. Hewcedarîya civaka me gelek zêde bi modelên wisa hene. Hêvîdar im emrê wî gelek dirêj be ku her tim ji pênûsa wî Hakaryan biherike.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar