Hêjmara Qurbanîyên Koronayê ji 5 milyonî bihor

Hêjmara Qurbanîyên Koronayê ji 5 milyonî bihor

.

A+A-

 Li cîhanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dane 5 milyon kes derbas kir û pêketiyana 247 milyon kesan bi wê vîrûsê hatiye tomarkirin.

Li gor amarên Zanîngeha Johns Hopkins a Amerîkî, li cîhanê hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê gihîşt 247 milyon û 122 hezar û 385 kesan û hejmara kesên canê xwe ji dest dane jî gihîştiye 5 milyon û 401 kesan.

Li gor amaran, Amerîkayê di hejmara qurbaniyan de di serê lîsteyê de ye. Rêzbendiya welatên herî zêde qurbanî û pêketiyên Koronayê lê hatine tomarkirin:

Amerîka:

Qurbanî: 746 hezar û 977 kes

Pêketin: 46 milyon û 89 hezar û 316 kes

Brazîl:

Qurbanî: 607 hezar û 922 kes

Pêketin: 21 milyon û 814 hezar û 693 kes

Hindistanê:

Qurbanî: 458 hezar û 437 kes

Pêketin: 34 milyon û 285 hezar û 814 kes

Maksîk:

Qurbanî: 288 hezar û 365 kes

Pêketin: 807 hezar û 211 kes

Rûsya:

Qurbanî: 235 hezar û 318 kes

Pêketin: 417 hezar û 305 kes

Pîro:

Qurbanî: 200 hezar û 246 kes

Pêketin: 2 milyon û 201 hezar û 796 kes

Indonesia:

Qurbanî: 134 hezar û 364 kes

Pêketin: 4 milyon û 244 hezar û 761 kes

Brîtanya:

Qurbanî: 141 hezar û 98 kes

Pêketin: 9 milyon û 140 hezar û 441 kes

Îtalya:

Qurbanî: 132 hezar û 120 kes

Pêketin: 4 milyon û 774 hezar û 783 kes

Kolombiya:

Qurbanî: 127 hezar û 311 kes

Pêketin: 5 milyon û 3 hezar û 977 kes

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin