Ji ber protestokirina kayûmê doz li 9 parêzeran hatîye vekirinê

Ji ber protestokirina kayûmê doz li 9 parêzeran hatîye vekirinê

.

A+A-

Parêzerên ku biryara tayînkirina kayûmî ya ji bo Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê li Stenbolê protesto kiribûn, piştî polîsan giliyê wan kiriye, doz li wan vebûye.

Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ji ber ku biryara tayînkirina kayûmî ya ji bo Şaredariyên Bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê protesto kiribûn, îdianame derbarê neh parêzeran amade kiriye.

Piştî ku kayûm tayînî her sê şaredariyan hatibû kirin, parêzeran di 19ê Tebaxa 2019an de li Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê çalakiyeke protestoyî li dar xistibû.

Bi tohmeta ku “li dijî Qanûna Civîn û Meşên Xwenîşandanê ya Hejmar 2911ê derketine” doz li parêzer Eren Keskîn, Akçay Taşçi, Avnî Guçlu Sevîmlî, Gokmen Yeşîl, Gulhan Kaya, Huseyîn Bogatekîn, Kemal Aytaç, Sînan Zîncir û Yaprak Turkmenê vebûye.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Serdozgeriyê di îdianameyê de gotiye ku di dema civîna çapemeniyê de pankartek hatiye vekirin û li ser wê “Hûn nikarin îradeya gel ji destê wan derxin”. Her weha Serdozgeriyê diyar kiriye ku Eren Keskînê di axavtina xwe de gotiye, “Em ji bo Fermana Şerq Islahatê ya li Kurdistanê pêk tînin careke din protesto bikin li vir in. Ji bo li dijî polîtîkaya tundkariyê ya ji destpêka Komarê li Kurdistanê pêk tînin, protesto bikin li vir in.”

Serdozgeriyê di dewama îdianameyê de îdia kiriye ku piştî civîna çapeminiyê polîsan xwestiye parêzer belav bibin lê parêzeran sloganên “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Her der Amed her der berxwedan” berz kirine û bi vî awayî nehiştine welatî bikevin nava avahiya edliyeyê.

Dîsa Serdozgeriyê gotiye ku parêzeran xwestiye di nava avahiya edliyeyê de civîneke çapemeniyê li dar bixin û ev jî li dijî “qanûna civîn û meşên xwenîşandanê” ye û ji ber wê jî polîsan midaxele li komê kiriye.

Polîsan gilî kiriye

Di îdianameyê de Serdozgeriyê diyar kiriye ku di dema midaxeleya polîsan de parêzeran “li ber xwe dane” û ji ber wê jî gelek polîs birîndar bûne. Her weha lêpirsînname jî ji ber polîsan giliyê parêzeran kiriye, amede bûye.

Serdozgerî xwestiye ku her yek ji parêzeran li gorî qanûna peywendîdar cida cida werin cezakirin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin