Hejmara qurbaniyên erdheja Bakur û Tirkiyê gihîşt 43 hezar û 556 kesan

Hejmara qurbaniyên erdheja Bakur û Tirkiyê gihîşt 43 hezar û 556 kesan

.

A+A-

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, ji ber erdhejên ku navenda wê parêzgeha Mereşê ye, 43 hezar û 556 kesan canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, ji ber erdhejên ku navenda wê parêzgeha Mereşê bû, 43 hezar û 556 kesan canê xwe ji dest dan.

Suleyman Soylu beşdarî weşana TRTê bû û ragihand, ji ber erdhejên ku navenda wê parêzgeha Mereşê bû, 43 hezar û 556 kesan canê xwe ji dest dane.

Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix  û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn.

Ji ber erdhejê li bajarên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojavayê Sûriyê jî hejmarek mezin ji avahiyan hilweşiyan û bi hezaran kesî canê xwe ji dest dane.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li herêmên erdhej lê rû dane, ji bo 3 mehan Rewşa Awarte ragihandiye.

Ev nûçe 110 caran hatiye xwendin
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin