Hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li cîhanê bi giştî 57 milyon derbas kir

Hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li cîhanê bi giştî 57 milyon derbas kir

.

A+A-

Hejmara pêketîyên vîrusa korona bi giştî li cîhanê 57 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 57 milyon û 343 hezar û 535 kes bi vîrusa korona ketine.


Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan bi qasî 12 mîlyon e. Li dû Amerîka, bi 9 mîlyon pêketîyan Hîndistan û li dû wê jî bi 5,9 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.


Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1 milyon û 368 hezar û 629 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 253 hezar û 769 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 168 hezar û 61 mirinan Brezîlya heye.


Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 91,965 kes bi vîrusa korona ketine û 4,742 kes bi wê mirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin