
Rêjîma Îranê girûpên milîs ji Îraqêv e, birine nava Îranê
.
Rejîma Îranê ji bo rûbirûbûna egera êrîşa erdî ya Amerîkayê, komên çekdarên terorîst ên Iraqî derbasî nav axa xwe kirine. Di van çend hefteyên borî de, hejmareke zêde ji çekdarên Hêşda Şeibî ji Iraqê ve bo Îranê hatine veguhestin.
Duh duşemê 5ê Gelawêjê, fermandarekî Hêşda Şeibî di hevpeyvînekê de Hebûna hêzên xwe li Îranê piştrast kir. Wî diyar kir ku ev biryar bi fermana rasterast a berpirsên bilind ên siyasî û leşkerî yên rejîma Îranê hatiye girtin. Wî fermandarî ragihand ku çekdarên wan ji bo rûbirûbûna hêzên bejayî yên Amerîkayê di amadebaşiya tam de ne û sedema vê alîkariyê jî vegerand ser hincetên olî û îdeolojîk.
Hêşda Şeibî rêxistineke çekdar a Iraqî ye ku di sala 2014an de bi fitwaya "Cîhada Kîfaî" hatibû avakirin û ji 67 heta 68 komên cûda pêk tê. Ev kom ji aliyê gelek welatan ve wek rêxistineke terorîst û neyasayî tê nasîn. Rejîma Îranê berê jî ev girûpên çekdar ji bo tepeserkirina serhildanên xelkê ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi kar anîbû.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin