Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona Nêzî 65 Mîlyonan Dibe

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona Nêzî 65 Mîlyonan Dibe

.

A+A-

Hejmara pêketîyên vîrusa korona 64,2 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 64,293,447 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 13,8 mîlyon e. Li dû Amerîka, bi pirtir ji 9,4 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi pirtir ji 6,3 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,488,321 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 272,479 mirinên ji vîrusa korona di rêza pêşî de ye û li dû wê bi 173,817 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 93,096 kes bi vîrusa korona ketine û 4,744 kes bi wê mirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin