Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona Nêzî 130 Mîlyonî Dibe

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona Nêzî 130 Mîlyonî Dibe

.

A+A-

Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 127,4 mîlyonî borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 127,442,926 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 30,2 mîlyon e. Li dû Amerîka, bi zêdetir ji 12,5 mîlyon pêketîyan Brezîlya, li dû wê jî bi 12 mîlyon pêketîyan Hîndistan tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 2,787,915 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 549,664 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 312,206 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus cara pêşî di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 101,683 kes bi vîrusa korona ketine û 4,841 kes bi wê mirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin