Hejmara 27an a Kovara Dilopê derketiye

Hejmara 27an a Kovara Dilopê derketiye

Di vê hejmarê de Yûsûf Ekîncî, Cûma Çîçek û Yûsûf Karadaş li ser “Sekuleriya Kurdan” axivîne

A+A-

Hejmara 27an a Kovara Dilopê derketiye. Di vê hejmarê de kovarê dosyayek li ser "Sekuleriya Kurdan" amade kiriye.

Di dosyayê de Yûsûf Ekîncî, Cûma Çîçek û Yûsûf Karadaş ev mijar nîqaş kiriye.

Ji bilî vê dosyeya ku bi tirkî hatiye amadekirin nivîsa Îbrahîm Karacayî ya derbarê Aram Tîgranî de, ya Ozkan Zulfîkarî ya derbarê peykerên Nûrettîn Orhanî de, ya Elîf Eserê ya derbarê lêgerînên li gencîneyan de û ya Sezaî Sarioglûyî ya derbarê aştî û xirabiya dilpak de jî bi tirkî ne. Nivîseke din a bi tirkî jî ya Gulîzar Ozevê ya bi sernavê "Ji bo bajarê razîbûnê" ye.

Nivîsên bi kurdî

Pinar Acarê bi navê "Textê Nemrûd", Yûnis Dasî li ser berhemên Mihemed Arif Cizrawî bi kurdî nivîsandiye. Nivîsa Viyan Arîn a bi navê "Kefşila Giyayê Jehrî", çîroka George Sandî ya bi navê "Cot" a Feratê Dengizî ew wergerandiye, nivîsa Welat Dilkenî ya bi navê "Derba li piştê" û ya Çîgdem Baranê ya bi navê "Wekhevbûn û wekhevî", nivîsên din ên bi kurdî ne.

Ji bilî van nivîsan hevpeyvîna bi Mehmet Bayrakî re, ya bi Alî Dogan Gonultaşî re û ya bi Yahhyayî re di nav rûpelên kovarê de cih ji xwe re dîtine.

Di vê hejmarê de her weha helbesta Yannis Ritsos, ya Selîm Temo, ya Fewzî Bîlge, ya Cengîz S.H. Çelîk, ya Reyhan Sarhanê jî hatiye weşandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin