Hamdullah Şevlîyê AKPyî bû rektorê Zanîngeha Wanê

Hamdullah Şevlîyê AKPyî bû rektorê Zanîngeha Wanê

Serokomarê Tirkîyeyê Receb Tayyîb Erdoganî bo 9 zanîngehan rektor tayîn kirin. Li gor vê, bo Zanîzgeha Yuzuncuyila Wanê, Cîgirê Serokê Polîtîkayên Civakî ya Navenda AK Partîyê Hamdullah Şevlî hat tayînkirin.

A+A-

Bi îmzeya Serokomarê Tirkîyeyê Receb Tayyîb Erdoganî, bo 9 zanîngehên dewletê an taybet, rektorên nû hatin bicihkirin û biryar li Rojnameya Fermî hat weşandin.

vaaannn.jpg

Li gor vê biryarnameyê, bo Zanîngeha Yuzuncu Yil a li Wanê, li şûna Prof.Dr. Peyamî Battalî, Prof. Dr. Hamdullah Şevlî hat bicihkirin.

Hamdullah Şevlîyê rektorê nû yê Zanîngeha Yuzuncu Yilê, Cîgirê Serokê Polîtîkayên Civakî yê Navenda Giştî ya AK Partîyê ye.

Herwiha Şevlî di hilbijartinên 7ê Hezîranê da jî, ji AK Partîyê bûbû namzetê parlamenterîyê.

van.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin