Grûpa Lawje ‘Ez Dê Te Hêlim’ belav kir

Grûpa Lawje ‘Ez Dê Te Hêlim’ belav kir

.

A+A-

Grûpa Lawje ku stran û kilamên herêma Colemêrgê bi formeke nû pêşkêş dike, strana `Ez Dê Te Hêlim` ya hunermendê koçkirî  Ebdulwahid Zaxoyî belav kir. Elî Tekbaş ji Rûdawê re ragihand ku wan 5 berhemên din jî amade kirine û ew dê di demeke nêzîk de beêav bikin.

`Ez Dê Te Hêlim` yek ji stranên Ebdulwahid Zaxoyî ye ku awaz û muzîk wî daniye û ji aliyê Ebdulrehman Hacî ve hatiye nivîsîn. Grûpa Lawje jî ev berhem bi şêwaz û formeke nû, li ser kenala xwe ya Youtubê belav kir.

Berhema ` Ez Dê Te Hêlim` di çarçova projeya `LaWje yên Eviniyê` hat belavkirin û li gor hunermend û damezrênerê Grûpa Lawje, wan 5 berhemên din jî di çarçova vê projeyê de amade kirine û dê belav bikin.

 Ebdulwahid Qedrî Necmedîn, ku wek  Ebdulwahid Zaxoyî tê naskirin sala 1972 jidayîk bû û 26 Çileya 2000 li ber deriyê mala xwe, destdirêjiya gule lê hat kirin û jiyana xwe ji dest da.

Hunermend Elî Tekbaş derbarê projeya xwe û dawî klîpê de ji Rûdawê re axivî.

 

Projeya `LaWje yên Eviniyê`

Elî Tekbaş behsa projeya xwe kir û got, ji berê ve wan dixwest, stran û kilamên qedîm ên evîniyê yên hunermendên navdar ên Kurd wek berhemeke berfireh belav bikin, lê şert û mercên aborî yên zehmet û ji ber pêwîstiya bi xebat û demeke zêde wan nekarîn vê yekê pêk bînin, lê dibêje, “Me jî got madem em nikarin vê konseptê pêk bînin, nexwe em van berhemên qedîm ên evîniyê bi rêze konsertan amade bikin û pêşkêş bikin. Me ji Stenbolê destpê kir û em hatin Amedê.”

Hunermendên ji her çar perçeyên Kurdistanê

Hunermend Elî Tekbaş dibêje, ji ber Coronayê wan nekarîn biçin bajarên din û konsertên xwe pêşkêş bikin û “me jî destbi qeydkirina wan stranan kir ku em gelek hunermendên Kurd ên her çar perçeyên Kurdistanê bibîr bînin, yên li jiyanê û koçkirî. Di vê projeyê dem hunermendên wek Suska Simo, Meryemxan, Mihemed Arif Cîzîrî, Hesen Cizîrî, Rêncber Ezîz, Hesen Zîrek, Eyaz Yûsif, Erdewan Zaxoyî, Ebdulwahid Zaxoyî, Mihemed Şêxo, Aram Tîgran, Hozan Serhat û yên di jiyanê de, Mihemed Teha Akrêyî, Ciwan Haco, Şivan Perwer, Hesen Şerîf hebûn. Gelek hunermend û nirxên Kurdî hene, lê wek nimûne me stranên evîniyê, evîniya welat hilbijartin û bi şêwaz û selîqeya xwe aranje û belav kirin.”

5 stranên din jî hatine amadekirin

Elî Tekbaş axaftina xwe wiha didomîne, “Me wek a yekem, strana `Ez dê Te Hêlim` ku vê mehê salvegera mirina Abdulwahid Zaxoyî ku wî awaz û muzîk bo daniye, belav kir ku bibe bîranînek jî bo Abdulwahid Zaxoyî. 5 stranên me yên din jî mane, her 2-3 hefteyan carekê di çarçova projeya `LaWje yên Eviniyê` em dê her yek ji wan belav bikin. Me 6 stran çêkirine û eger derfet hebe em dê 6 stranên din jî bi şêwaz û selîqeya xwe amade û belav bikin.”

Elî Tekbaş li ser Grûpa Lawje û armanca wê diyar dike:

“Me di sala 2003an de dest bi xebatên xwe yên tomarkirinê kir li navenda Colemergê û gundên wê. Me xwest em di van xebatên xwe de şiklê taybet a musîqeya Kurdî û formên wê kifş bikin û cihê musîqeya Colemergê di nav musîqeya Kurdî de destnîşan bikin.

Musîqeya kurdî, ji xeynî van salên dawî, sê behrê bi çand û kultura devkî pêk hatiye û aktorên vê tiştê dengbêj û stranbêj bûne. Me jî wek Lawje ji bikaranînên deng û qirikê ên di musîqeya Kurdî de – nexasim ji vegotinên dengbêj û stranbêjan – îlhama xwe girt û şîroveyên xwe yên musîqeyî bicih anî. Di van xebatan de, sînorên çandî yên herêma Colemergê, pêwendiyên Kurdan bi miletên din re (taybetî bi Asûriyan re) û tesîra şert û mercên fîzîkê yên Colemergê û çeşîtdariya ji vê tesîrê derketî bûn perçeyên herî muhîm di mînakên formên nav albûmê de (di hilbijartina repertuarê de).

Lawje bû dîwana gelek kesên ku ji xwe re cihek çêkirine ji her awazekê dengbêjên ku gotine “Ez pîr bûm dil pîr nabe”. Em gelek pê serbilind in ku di vê dîwanê de em careke din Kilam, Heyranok, Şeşbendî û Narînkan dikin mêhvanên xwe ku ji dem û dewrên qedîmî heta niha hatine gotin.”

Tekbaş ameje bi wê jî dike, “Em grûpek in ku ji nava Colemêrgê derketine, lê ji bo me ferq nîne û em hezkiriyên muzîka Kurdî bi giştî ne li kîjan perçeyî be û hemû yek huner û ziman e. Me xwest di vê projeyê de em van hunermendan bibîr bînin û van stranên ku me di zaroktiya xwe de hêz û hezkirin tê de dîtiye, em jî bi şêwaza xwe bêjin.”

 

 

Konserta li Stenbolê

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin