Grubekî bi navê Eshabulkehif bo êrîş kirina ser Amerîkîyan li Iraqê ava dibe

Grubekî bi navê Eshabulkehif bo êrîş kirina ser Amerîkîyan li Iraqê ava dibe

Grubekî çekdar a bi navê gruba Eshabulkehif ku beşeke ji enîya berevanîya îslamî ya Iraqê (Enîya Şîe) gef xwarin li artêş û berjewendîyên Amerîkayê.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Di beyanameyekî ku li ser torên civakî de hate belav kirin de, Gruba Eshabulkehif ragehand, Amerîka hewla revandin û kuştina mûcahidên berevanîya îslamî dide.

Herwaha wê grubê gef xwarin û ragehand, eger alîyên fermî yên Iraqê bersiva her êrîşek û operasyonekî artêşa Amerîkayê nedin, wê demê çekdarên wan li Iraqê û welatên kendava erebî şerê vekirî li dijî berjewendîyên Amerîkayê dê bikin.

Wê grubê hişyarî da grubên çekdarî û alîyên sîyasî yên şîeyên Iraqê, ku hewl nedin bibêjin ‘’Emê bi sîyasetê Amerîkayê ji Iraqê derbixin’’ û dibêje, Amerîka tenê bi zimanê çek fêmdike û guftûgo li gel alîyên bihêz dike.

Eshabulkehif daxwaz ji alîyan û milîsên din ên şîe kir ku bi peyvekî ve jî be piştevanîya wan bikin. ‘’Herçend hûn naha me nas nakin jî, lê dê demekî herî nêzîk de hûnê me nas bikin.’’

Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin