Konê Reş

Konê Reş

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Gotina Min ji Birêz Bernard Kouchner re (Wezîrê Fransa yê Berê)

A+A-

 

Konê Reş

  Berî dor heftiyekê, di roja 18/7/2022an de, li ser daxwaza birêz Bernard Kouchner wezîrê derve yê hikûmeta Fransî a berê û şanda pê re ku, ji du siyasetmedarên Fransî pêk dihat, dîdarek xweş bi birek nivîskar û rewşenbîrên kurd re li navenda HRRKê a Qamişlo pêk hat.. Piştî ku birêz Xalid Îssa ew bi me dane naskirin û her yekî ji wan gotinek got, birêz Bernard Kouchner xwest ku fikir, daxwaz û nerênên me wek nivîskarên kurd, di vê rewşa ku em li Sûriyê û Rojava tê re derbas dibin, nas bike.. Kêfxweş bûm ku gotina pêşî dane min. Min jî ev gotina xwe bi kurtbûn ji wan re got:

  (Birêz Bernard Kouchner! Em kêfxweş in bi hatin û dîtina we.. Hûn bi xêr hatin bajarê me û bi xêr vegerin! Ev dîdara bi we re dîrokî ye.. Em pê kêfxweş in.. Nexasim ku we xwe li navenda Hevgirtina Rewşenbêrên Rojavayî Kurdistanê (HRRK)ê û nivîskaran girtiye.. Ev navenda ku tev çalakiyên wê bi zimanê kurdî, tîpên latînî ye. Wek ku hûn dibînin evên ku li pêş we rûniştîne tev rewşenbîr û nivîskarên kurd in. Tev bi kurdî diaxifin û piraniya wan bi kurdiya latînî dinivîsin.. Ew kurdiya latînî ya ku ji berî 90 salî ve, yekemîn car bi izin û destûra hikûmeta we ya ku di Sûriyê de desthilat bû, dest pê kiriye û ji wê hingê ve, di her çar perçeyên Kurdistanê de berdeste.

 Di sala 1932an de, dema ku Mîr Celadet Bedirxan, yê ku tev jiyana xwe li ser du eniyên şer, di ber mafê gelê xwe de xerc kir; di destpêkê de bi siyasetê mijûl bû û hêza xwe di şerê polîtîkî de derbas kir.. Paşê, piştî ku tev derfetên polîtîkî û şoreşgerî li ber hatine girtin, berê xwe da eniya ziman, rewşenbîrî û rojnamevaniyê û tev jiyana xwe jê re terxan kir.. Wî, ji berî 90 salî ve bi destûra hikûmeta we li Şamê, di roja 15 Gulana 1932an de kovara xwe HAWAR, li Şamê, bi tîpên latînî weşand û bi wan tîpan di rûpelê pêşî de gotiye:

 "Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwemnasîne, xwemnasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ko xwe nas bike, dikare xwe bide naskirin.." Hawara wî bi tîpên latînî, qêrîn û gaziya kurdan bû.. da ku kurd zimanê xwe biparêzin, pê xeber bidin û his û hestên xwe pê bînin der.

Birêz Bernard Kouchner! Em jî roja îro, li felet û xweşiyê xwe digerin.. Em jî dixwazin xwe nas bikin û xwe ji miletên dinyayê re bi zimanê xwe, xwe bidin naskirin..

  Belê ezbenî! Ji encamê wê destûrdana we ku kovara Hawarê bi alfabeya latînî li Şamê bê weşandin, roja îro, em kurdên Rojava, bi alfabeya latînî dinivîsînin.. êdî nema em zanin kurdiya xwe bi tîpên Aramî binivîsînin.. Herwiha bi dehan enstîtut, kovar û rojname li seranserî Kurdistanê û sirgûnê bi wê alfabeyê têne weşandin..   Nexasim ku ji dor 10 salan ve dibistanên bi zimanê kurdî li Rojava hatine vekirin, keç û xortên me di wan dibistanan de bi zimanê xwe û alfabeya latînî dixwînin.. Ez jî wek nivîskarekî kurd ji Rojava, li gor vê kirîza ku Rojava û Sûriye bi tevayî tê re derbas dibe, di rêka we re ji hikûmeta Fransî hêvî dikim, ya ku bi şoreşa 1789an navdare di dinyayê de, ku alîkar be bi me re û me bi van her du xalan biparêze: yek; ku em di gund û bajarên xwe de, li ser xaka bav û kalên xwe bi aramî û selametî bijîn, dudo; zimanê me bibe duyemîn ziman di destûrê dewleta Sûriya nû de..).

Û di dawiya goina xwe de, min ev pirtûkên xwe diyarî wî kirin:

1 - Dîroka Qamişlo: Lêkolînek berfireh e, 375 rûpel e.

2 - Jiyana Rewşenbîrî bi Zimanê Kurdî li Cizîrê û Serboriya Min: 210 rûpel e.

 

 

 

Bu yazı toplam 232 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar