Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Gotin mebestê aşkere dike

A+A-

Sîstemên demokratîk bêyî rikeberîyê (muxalefet, opposition) nabin, rikeberî layê tênebirê sîstema demokratîk e.

Taybetî, gellek pêwîstiyên rikeberîyê hene; yek jê, rikeberî vebijarka (alternatîf) desthelatê ye, ango hemwelatî bi hebûn û kar û barê siyasî yê rikeberîyê, taybetî bi proje û bernameya wê dibe xwedan vebijarkek din; ya din, rikeberî kêmûkasî û xeletiyên desthelatê dibîne, lêdikole û dibêje, rexne dike û rayagiştî li rewşê haydar dike.

Ev herdu peywir jî bona sîstema demokratîk gellek girîng in, herweha bona hemwelatîyan, bona paşeroja welêt û civakê.

Roja Tevgera Gorran‘ê hat damezrandin, li rayagiştî hat ragihandin, gellek hemwelatîyên ku hêvîya welat û civatek demokratîk dikirin, ketibûn ber xema werar û geşedanîya civakê gavek di cî da dîtibûn.

Jixwe Tevgera Gorranê jî damezrandina xwe bi amancê rikeberîyek „demokratîk û çêker“ dîyar kiribû, em dizanin ku her du partiyên mezin PDK û YNK bi partî û hinek derdorên siyasî û kêmjimaran va desthelat bûn, ango li başûrê Kurdistanê deshelat hebû, lê rikeberî tine bû.

Serokwezîk Neçirvan Barzanî jî kêvxweşî û hêvîya xwe gotibû, ku êdî li welêt rikeberî heye, ew dikane kêmûkasiyên desthelatê li rayagiştî ragihîne.

Bi rastî hêvîyek xweş bû, gavek dîrokî bû bona rêvebir û civatek demokratîk, ji ber ku bi rikeberîyek çalak û çêker, dad û mafên hemwelatî cîbicî dibû, gendelî kêm dibû, dînamîzma civatê bilind dibû, di encamê da rêgeha civatek dewlemend û geşdarîyek bilind vedibû.

Ya herê girîng jî, hêj kêşeyên neteweyî nehatibûn çareserkirin, arîşeya herê girîng jî herêmên li dervayî herêma Kurdistan‘ê bûn, çareserkirina arîşeyên neteweyî hêsa dibû, herweha peywendiyên di navbera Bexdad û Hewlêrê da jî.

Hemû jî arîşeyên netweyî ne, pêdivî bi rikeberîyek çalak û çêker hebû, îro jî heye, bêşik, ew jî peywirek neteweyî ye.

Lê mixabin, pir neçû gellek arîşeyan rû da, hêvîya geşedanek demokratîk lawaz bû, qeyrana ku heta îro nehat çareserkirin kûrtir bû.

Li hinek navçeyên ser bi Silimanîyê va, nêzikî tixûbî Îran‘ê êrişên avahîyên Partîya Demokrata Kurdistanê hatin kirin, di encama van êrişanda hinek kesan jîyana xwe ji dest dan, kaosek metirsîdar rû da.

Piştê tûndiya li van navçeyan şika li ser Tevgera Gorranê xurtir bû, pêywendiyên wê bala rayagiştî kişand, pêywendiyên bi Îran, İraq û PKKê va.

Berpirsên Tevgerê di her peyamên xwe da ameje bi demokrasiyê dikin, helwesta nepejirandina desthelatîya yek mirovî aşkere dibêjin, lê belê di hêla tevgerek demokratîk da gellek kêmûkasîyên wê jî hene, bo mînak çima kongira wê naye lidarxistin?

Çawa dibe ku rêberê tevgerê bi mehan, xasima di dema aloziyê da li dervayî Kurdistan‘ê, li Ewrupa dimîne, ew jî bi serê xwe pirsek girîng e, ku pêdivîya bersivek vekirî heye.

Her bala rayaşitî dikşînin ser gendelîyê, lê Wezereta Darayî (malî) di destê wê da bû, eger gendelî hebû, divêbûya bi belgeyan û bi şêwekî demokratîk rayagiştî haydar bikira û têkoşînek demokratîk bidomanda.

Hejikîna (nû kirin, vejandin) birînên berê, di berjewenidiyên ti partîyan da nabe, tenê dê zirarê bide neteweya Kurd û dibe asteng li ber amancên neteweyî. 

Danehev, caribandin, çand û ezmûna rêvebir û civaka Kurd bona demokrasîyek fireh, bêşik hêj ne bes e, lê ew naye wê wateyê ku bizava siyasîya Kurdistan‘ê, her kîjan partî dibe bila be, bi amancê aramîya sîyasî, civatek demokratîk û welatekî serbixwe ked nede, çalak nebe.

Peyam hene ku mirov, civat pê xemgîn dibe.

Herweha, gotin, vegotin, bêje mebesta mirov dide dest, carina gotin bona naskirina fêlên ne qenc mebesta mirovî aşkere û beloq dike.

Nûçeyek hat weşandin, bi ya nûçeyê, berpirsê giştîyê Tevgera Gorran‘ê Newşîrwan Mistefa weha gotiye; “Em dixwazin dewletekê ava bikin ku bo welatiyan bibe sedema xweşiyê. Em naxwazin dewletekê damezrînin ku bibe zîndan bo welatiyan.”

Kesên dîyarkirina dewleta Kurdistan’ê dixwazin, çawa dibe ku daxwaza avakirina zîndanekê bona welatîyan bikin, ewan kî nin?

Hêvîdarim ez bişehîtim, lê weha dixuye ku berpirsê giştî fêla xwe dabe der.

Hinek kes hene dema qala mêranî û qencîya xwe dikin, fêlên xwe yên xerab jî ji der diçin.

Têt zanîn, ku piranîya raser ya neteweya Kurd, ji her kîjan parçeyê dibe bila be, di bîr û ramanê wana da daxwaza dewletek serbixwe heye.

 Dema qala dewleta serbixwe têt kirin, kelecanek bilind û germ hinavên kesên Kurd dadigre, ji ber ku bi salan e xeyala dewleta serbixwe parek ji jîyana wî bû ye.

Her Kurdê welatparêz baş dizane û gellek caran jî hatiye gotin, ku dewleta Kurdistanê ya serbixwe, sîstema wê çawa dibe bila be (bêşik amanc dewletek demokratîk e) ji dewletên dagirker çêtir e.

21.07.2016/Dusseldorf

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin