Gorra pêxember Nehûm tê restorekirin

Gorra pêxember Nehûm tê restorekirin

Gorra pêxember Nahûm û xwişka wî Sare ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi piştgiriya hikûmeta Amerîkayê tê nûjen kirin.

A+A-

Gorra pêxember Nahum li bajarokê Elqûşê ku dikeve herêma ku Nînova jê re te gotin, 50 km bakurê Musilê ye. Nişteciyên Elqûşê ji %100 Xiristîyan in.

Dîroka pêxember Nahûm ku pêxemberê cihûyan e, vedigere serdema împaratoriya Aşûriyan a sala 612an a berî zayînê,

Li cîgeha ku gorra pêxember Nahûm têde ye heta dawiya sala 1947an ve jî ji aliyê cihûyên deverê ve îbadet têde hatiye kirin. Ev gorr ji aliyê kesên olî ve weke cihekî pîroz tê dîtin.

gorra-nehum3.jpg

Dîroknas Dr. Xezwan Yûsif ji Rûdawê re diyar kir: “Ev der wisa tê qebûlkirin ku pêxember Nahûmê Elqûşî, ku 2 hezar û 700 sal berê pêşbîniya rûxana paytexta Newnewayê têde kir ku paytexta împaratoriya Aşûriyan bû, ev jî di sala 612an a berî zayînê de qewimî, pêxember li vir wefat kir û li vir hat veşartin, ev der weke cihekî pîroz tê dîtin.”

Serperiştyarê projeya nûjenkirina qebra Nahûm, Burhan Ebdullah dibêje: “Qûmeke me heye li vir ku hûn dibînin ji bo çêkirina dîwaran taybetmendiya wê heye û ji welatê Çekya ve ji me re tê, ev made zêdetirî 200 salan dîwaran diparêze ji baran û serma û germê, ji bo xweragirtina van berhemên dîrokî ye, ev ne avahî ye ku em dikin, hemû madeyên ku em bi kar tînin, hemû madeyên şûnwarî ne.”

Karê nûjenkirinê ji aliyê tîmeke dîzayner û şûnwarnasên Çekyayê ve tê kirin, bi bikaranîna kevirên çiyayên Kurdistanê tê nûjekirin. Alav û madeyên bînasaziyê yên taybet bi şûnwaran ve têde têne bikaranîn, bi hişyariyeke mezin kar têde tê kirin daku sirûşt û reseniya wê ya dîrokî were parastin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin