Girtîyekî kurd li Sine hat darve kirin

Girtîyekî kurd li Sine hat darve kirin

Cezayê darve kirinê yê girtîyekî xelkê Sewlawa li girtîxaneya navendî ya bajarê Sine ji alîyê sazîya dadwerîya Îranê ve hat bicîhanîn.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor nûçeya Komeleya Mafê Mirovan a Hengaw îro 30.06.2020ê cezayê darve kirinê yê girtîyekî kurd ê bi navê Mihemed Ezîz Mehmûdî li girtîxaneya navendî ya Sine ji alîyê sazîya dadwerîyê ve hat bicîhanîn.

Mihemed Ezîz Mehmûdî temen 25 salî bû û xelkê gundê Dizlî ya ser bi Sewlawa ya ser bi parêzgeha Sine bû. Du sal berî naha kesekî din ê xelkê Dizlî yê bi navê Dîyako Kerîmî kuştibû. Navborî heman rojê hatibû girtin û piştre ji alîyê dadgehê ve cezayê darve kirinê jê re hatibû dayîn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin