Girtîyekî kurd li girtîgeha Nexede hat darve kirin

Girtîyekî kurd li girtîgeha Nexede hat darve kirin

Îro 10.06.2020ê ji alîyê sazîya dadwerîya Îranê ve cezayê darve kirina hemwelatîyekî xelkê Pîranşar a Rojhilatê Kurdistanê, ji ber tometa kuştina qesdî li girtîgeha Nexede hat bicîhanîn.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor nûçeya rêxistina Hengaw a Mafê Mirovan îro cezayê darve kirinê yê girtîyê kurd ê temen 40 salî û xelkê Pîranşarê Rehîm Yusifî, li girtîgeha navendî ya bajarê Nexedeyê cezayê wî hat bicîhanîn.

Ew girtîyê kurd roja borî bi armanca bicîhanîna cezayê wî biribûn odeya takekesî û hewldanên hevdîtinê yên rêxistinên civaka sivîl û xelkê Pîranşarê yên ji bo malbata alîyê hember wî efû bike û lêbibore bê encam mabûn.

Rehîm Yusifî xelkê gundê Suxanlû ya Pîranşarê ye, sê sal berî naha, piştî 13 sal xwe veşart ji kuştina qesdî ya hevalekî xwe û piştre li xwe mukir hatibû û hatibû girtin û cezayê darve kirinê jê re hatibû dayîn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin