Gernasekî kurd Wedat Aydin

Gernasekî kurd Wedat Aydin

Bi minasebeta bîranîna gernasekî kurd Wedat Aydin

A+A-

Zinarê Xamo 

Endamê KÎP-ê, DDKD-ê û serokê HEP-ê yê Diyarbekrê, welatperwer û gernasê miletê kurd û kelemê çavê dijminan Wedat Aydin, 25 sal berê, di 5-ê tîrmeha 1991-ê da li Diyarbekrê bi şev ji alî qatilên dewletê ve ji mala xwe hate revandin û bi bêbextî, qeleşî û hovîtiyeke mezin hate qetilkirin.
Îro 25-emîn salvegera vî gernas û canfîdayê lawê kurd Wedat Aydin e.

Ez û hemû hevalên wî yên xebat û têkoşînê, yên refên DDKD-ê û KÎPê di vê roja şehîdbûna vî kurdperwerê mezin û qehremanê ziravpiling da wî bi xoşewîstî û bi hurmeteke mezin bibîr tînin û serê xwe li ber gernasî û têkoşîna wî ditewînin.

Wedat Aydin, kurdperwerekî xebatkar, bi xîret, canfîda û bêperwa bû, ew kelemê nava çavê neyaran bû, xwediyê doza xwe û mêrekî dilpola bû, çavê xwe ji felkê nedikuta, di rojên herî giran da tim di nava gelê xwe da û di refên pêşî da bû. Bi tena serê xwe dajot ser çeper û kemînên dijmin û ew ji hev tarûmar dikir.

Vê cesaret û bêperwatiya Wedat Aydin, dijmin gelkî nerehet dikir û loma jî gelek caran ew girtin, avêtin zindanê, gef lê xwarin, lê wî tu carî dev ji xebata xwe berneda û loma jî ew qetilkirin.

Wedat Aydin, yek ji wan gernas û canfîdayê miletê kurd bû ku di bin îşkenceyên herî giran da, di zindana Diyarbekrê da tu carî ji ber dijmin danexwar û serê xwe netewand.

Piştî derketina ji hefsê jî wî xwe neda alî û dev ji xebat û têkoşîna ji bo azadî û serxwebûna gelê xwe berneda, di nava xebata demokratîk û legal da di refêrên herî pêşî da ciyê xwe girt û heta roja şehîdbûna xwe têkoşîna xwe domand.

Wedat Aydin, şehîdê miletê kurd e. Em hevalên wî yên têkoşînê û gelê kurd Wedat Aydin û hemû şehîdên doza kurd û Kurdistanê tu carî ji bîr nakin.

Wedat Aydin û hemû şehîdên doza Kurdistanê di dilê me da dijîn û em bi hurmet hemûyan bibîr tînin û soz didin ku emê ala wan tu carî li erdê nehêlin û Kurdistana ku wan ji bo wê canên xwe feda kirin emê miheqeq rizgar bikin.

Ez mêrxasê bi nav û deng Wedat Aydin, bi hurmeteke mezin û bi hezkirineke kûr di 25 saliya şehadeta wî da bibîr tînim.
Wedat Aydin û hemû şehîdên Kurdistanê nemir in…

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin