
“Êdî cejn û şahî û şîn û êşên me bi hevdu re ye”
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik: Cejna Remezanê Pîroz Be
Îsal jî li her çar alîyê welatê me di bin nîrê şer û pevçûn û kuştin û wêranîyê de em pêşewazîya cejna remazanê dikin.
Êdî cejn û şahî û şîn û êşên me bi hevdu re jiyana gelê me tarîf dike.
Bi hêvîya ev cejna li başûrê Kurdistanê bibe destpêka serxwebûnê; li rojavayê Kurdistanê bibe destpêka yek kirina hêzên Kurdî û damezrandina îdareyeke hevbeş ya leşkerî, aborî, sîyasî ya federe li Rojavayê Kurdistanê; li rojhilatê Kurdistanê bibe destpêka tifaqeke Kurdistanî û geş kirina têkoşîna azadîyê; li bakurê Kurdistanê bibe destpêka rawstandina şerî, destpêkirina çareserîyeke sîyasî û pêk anîna yekitî û tifaqên Kurdistanî.
Li gel hemû êş û xem û keserên xwe em cejna malbatên şehîdên Kurdistanê , cejna misilmanên Kurdistanê û hemû misilmanên cîhanê pîroz dikim.
05.07.2016
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin