Gelo YPG ji Minbicê derkeve?

Gelo YPG ji Minbicê derkeve?

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlüt Çavuşoğlu ragihand, ku ewlekariya Minbicê wê têkeve destê Tirkiyê û YPG wê ji wî bajarî derkeve. Li aliyekî din Peyvdarê Encûmena Serbazî ya Minbicê Şervan Derwîş tekez kir, ku hêzên wan ji Minbicê dernakevin.

A+A-

Çavuşoglu piştî ji Almanya vegeriya pirsên rojnamevanan bersivand û got:

"Em ê derbarê çareserkirina pirsa Minbicê li gel Amerîkayê lihev bikin û di 4ê Hizêranê de, li Washingtonê ez ê li gel wezîrê derve yê Amerîkî Mike Pompeo bicivim û di wê hevdîtinê de ji bo çareserkirina pirsa Minbicê dibe ku nexşerêyek eşkere bibe.

Wezîrê derve yê Tirkiyê got jî: Di wê nexşerêyê de, divê gavên berbiçav hebin û divê YPG ji Minbicê vekişe. Em ê çavdêriya vekişîna YPG bikin û ewlekariya Minbicê biparêzin.

Herwiha got: Nabe di rêvebirina îdareya wî bajarî de, bêtirî 2% Kurd hebin.

Ji aliyê xwe ve, peyvdara wezareta derve ya Amerîka Heather Nauert got: "Ti rêkeftin derbarê Minbicê li gel Tikriyê nebûye, me berî niha ragihandibû ku civîn li ser danîna nexşerêyekê di navbera herdu aliyan de, ji bo çarekirina vê pirsê berdewam in.

Heather Nauert diyar kir, ku gotûbêj di nav herdu aliyan de li ser wê kêşeyê û kêşeyên din yên Sûriyê û kêşeyên hevbeş di nav Amerîka û Tirkiyê de berdewam dibin û roja 4ê Hizêranê wê wezîrê derve yê Amerîka pêşwaziya hevpostê xwe yê Tirkiyê bike.

YPG: Em ji Minbicê dernakevin!

Şervan Derwîş ji K24ê re eşkere kir, ku şevê din şandeke wezareta derve ya Amerîkayê li Minbicê bû û li gel Encûmena Serbazî ya Minbicê civiya û ji wan re tekez kir, ku Hevpeymaniya Navdewletî wê li ser piştevaniya hêzên wan berdewam be.

Derwîş got jî: Ew ligel Hevpeymaniya Navdewletî derbarê civînên wan bi Tirkiyê re, di pêwendiyê de ne û ti rastiya vekişana hêzên wan ji Minbicê tune ye û hîn jî herdu aliyên Tirkî û Amerîkî derbarê pêşeroja bajarê Minbicê ti rêketin nekirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin